DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP li hemberî êrîşan berxwedanê nîqaş dike

 
18 Hezîran
12:05 2016

ENQERE (DÎHA) - Civîna ku di hevserokatiya Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de hat lidarxistin, êrîşên li hemberî saziyên HDP û DBP'ê hatin nirxandin, dê li hemberî van êrîşan çalakiyên demokratîk çawa bên lidarxistin hatin nîqaşkirin.

Hevserokên bajaran ên Pargiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê di bin hevserokatiya Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li hev civiyan. Civîna ku di serdemeke gelek geşedanên girîng diqewimin de hat lidarxistin, pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinê, êrîşên li hemeberî HDP'ê û li hemberî van êrîşan divê çi helwest bên girtin hatin nirxandin.

Her wiha dê komîsyonên bi rêxistinkirinê re eleqedar û komîsyonên têkilîdar dê nirxandinên xwe bikin û di vê der barê de plansaziya xwe pêk bînin.

Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin, di vê pêvajoya ku êrîşên li hemberî HDP'ê gelekî zêdebûne, dê çalakî û xwepêşandanên li hemberî van êrîşan di bin sernavekî de bê nirxandin. Tenê ne der barê rakirina destnedana li hemberî wekîlên HDP'ê, di heman demê de destdayina li ser şaredarên DBP'ê û berxwedana li hemberî vê jî hat nirxandin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN