DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Muzîkhez li gundê muzîkê tên gel hev

 
18 Hezîran
11:51 2016

MUGLA (DÎHA) - Şahiya Gundê Muzîkê ya ku ji hêla Komeleya Jiyankirin û Piştgiriya Çandên Muzîkê ya Anatoliyayê, dê di navbera 20'ê tîrmeh û 7'ê tebaxê de bê lidarxistin. Di şahiya îsal de dê li Tirkiye û li hin welatên cîhanê muzîkhez bên gel hev.

Şahiya Gundê Muzîkê ya ku ji hêla Komeleya Jiyankirin û Piştgiriya Çandên Muzîkê ya Anatoliyayê ve cara ewil par hat lidarxistin, yekemîn şahiya Gundên Muzîkê ya Tikiryeyê ye û dê îsal li Tirkiye û gelek welatên cîhanê li Fethiyeyê di şahiya muzîkê de bên gel hev. Projeya Gundê Muzîkê ya ku par ji 9 welatên cuda bi giştî 70 kes beşdar bûn, îsal herî zêde dê muzîkhez bikevin ser rê. Gundê Muzîkê ya ku akademîsyen, hunermendên herêmî, muzêkjenên amator û hezkiriyên muzîkê beşdar dibin, dê îsal atolyeyên wekî pêşkeşvanî, semîner, konser û hwd. bên li darxistin.

Projeya ku dê di 20'ê tîrmehê de destpêbike û di 7'ê tebaxê de bi dawî bibe, li benda tevlibûneke mezin e. Di şahiyê de dê hunermend û akademîsyenên wekî Erkan Ogur, Ahmet Aslan, Îsmaîl Hakki Demîrcîoglu, Kemal Dînç, Erol Parlak, Okan Murat Ozturk, Efren Lopez Sanz, Sînan Ayyildiz, Ugur Onur û henermendên herêmê yên wekî Hayrî Dev, Alî Ulutaş, Osman Kirca, Hasan Bulbul, Aşik Esrarî, Bîrsen Şahan û Yusuf Îhsan Bodur jî dê beşdarî şahiyê bin.

Her wiha dê di atoleye û semînerên ku tên lidarxistin de, ji çar beşên Anatolyaya Navîn Muzîkên Îran, Muzîkên Balkanan, Muzîka Yewnanistanê jî bên pêşandan. Serlêdanên ji bo Gundê Muzîkê, wekî sala par dê îsal jî li ser înternetê bên kirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN