DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Pêşnûmaya darbeya li dijî darazê

 
18 Hezîran
10:03 2016

ENQERE (DÎHA) - AKP'ê duh Pêşnûmaya Zagona Derbarê Guherînên Têkildarî Hin Zagonan û Zagona Dadgeha Şêwirmendiyê ji Komîsyona Dadê ya Meclisê derxist. Bi zagonê 'sûcên' di çarçoveya TMK'yê de dê ji hêla serdozgeriyên komarê ve bên rêvebirin. Endama Komîsyonê û Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku bi vê zagonê dê Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) yên encama ruhê faşîzma 12'ê Îlonê cardin bixin meriyetê û bi vê yekê darbeya li hemberî darazê jî temam bikin.

AKP'ê duh Pêşnûmaya Zagona Derbarê Guherînên Têkildarî Hind Zagonan û Zagona Dadgeha Şêwirmendiyê ji Komîsyona Dadê ya Meclisê derbas kir û şande Lijneya Giştî ya TBMM'yê. Bi vê zagonê 'sûcên' di çarçoveya TMK'ê de dê ji hêla serdozgeriyên komarê bên meşandin. Her wiha bi vê pêşnûmayê mûdahaleyî Dadgeha Bilind û Dadgeha Şêwirmendiyê jî tê kirin. Endama Komîsyonê û Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan balkişand ser darbeya li hemberî darazê tê kirin. Ertan anî ziman ku di bin navê, "Ji nûve sazkirina darazê" de darbe li hemberî darazê tê kirin û wiha got: "Pêşnûma di 48 seatan de ji komîsyonê derxistin. Ji xwe me dizanî dê mudahaleyekî wiha li hemberî darazê bikin. Lê kes li benda mudahaleyek wiha berfireh û wiha bi lez nebû. Em bi bendê nebû pêşnûmayek ev qas li dijî Makezagonê bînin û darazê ji nûve dîzayn bikin. Dema ev bibe zagon û bikeve meriyetê dê endamtiya endamên Dadgeha Bilind û Dadgeha Şêwirmendipyê bi tevahî dawî bibe. Dixwazin hind daîreyên van dadgeha kêm bikin."

‘Dê kesên bîatî Qesrê dikin bînin'

Ertan got ku bi vê zagonê dê daraz tevahî bi Qesrê ve bê girêdan û wiha domand: "Ev operasyonek li hemberî endamên van dadgehan ên ne AKP'yî ye. Ji xwe viya îtîraf jî dikin. Wezîrê Dadgê ji bo vê yekê dibêje 'paqijkirin e'. Ev darbeyek zelal e. Dixwazin bingeha dubendiya hêzan ji holê rakin. Hemû hêzan di yek destî de berhev dikin. Ji xwe zagonsazî û rêveberî di destÊ wan de ye. Dê darazê jî bi tevahî bigirin destê xwe. Dê dadgerên bi tevahî bîatî Qesrê dikin, tayîn bikin. Bi vê dê rejîma yek kesî gav bi gav bi cih bînin. Xalên vê pêşnûmayê yên 31, 32 û 33'yan jî destûra meşandina dozên TMK'yê dide serdozgeriyên komarê. Ev yek paşve anîna rihê DGM'yan û faşîzma 12'ê îlonê ye."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN