Demîrtaş li gel rayedarên Konseya Ewropayê civiya
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta li gel wî li Strasboûrgê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland re hevdîtinê kirin.
Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, îro li Strasboûrge hevdîtinên xwe domandin û 2 hevdîtinên girîng pêk anîn.
Hevdîtina yekem bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks re pêk hat.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, bi taybet rewşa Kurdistanê û sûcên rejîma AKP’ê di hevdîtinê hate rojevê.
Hevdîtina duyemîn jî bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa Thorbjørn Jagland re pêk hat.
Di her du hevdîtinan de jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hîşyar Ozsoy, Nûnerê HDP’ê yê li Ewropayê Eyup Dorû û Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay amade bûn.
Li gor çavkaniyên HDP’ê, di hevdîtinan de heyeta HDP’ê derbarê pêşeroja Tirkiyeyê de fikarên xwe anîne ziman û daxwaz kirine ku di serî de Konseya Ewropa, divê tevahî civaka navneteweyî berpirsiyariyên Tirkiyeyê bîne bîra wê. Hate hînbûn ku hevdîtin erênî derbas bûne.
(sy)