Min 'bûkantî' qet xeyal nekiribû!
RIHA (DÎHA) - Hediye Kalkana ku wek karkerekî çandiniyê çûbû Yozgatê û di 15 saliya xwe de bi 12 hezar TL'yî wek "bûk" hatibû firotin, piştî salekê li hemberî şkenceya ku li dihat kirin îdare nekir û vegeriya Wêranşarê. Kalkana ku li gel kurê xwe dest bi jiyîneke nû kir û li Navenda Çandê ya Wêranşarê dengbêjiyê dike wiha got, "Dema ez zarok bûm bûkantî qet nebûbû xeyala min. Ez yekser rastî lsîtika malokê hatim."
Hediye Kalkan(24) a di sala 2007'an de li gel malbata xwe ji Wêranşara Rihayê ji bo xebatê çûn Yozgatê, di 15 saliya xwe de bi 12 hezar TL'yî wek "bûk" hatibû firotin. Kalkana ku salekê li Yozgatê ma, piştî ku kurê wê welidî bi 10 rojan êdî li hemeberî şkenceyên ku lê dihatin kirin îdare nekir û berê xwe dide warê xwe Wêranşarê. Kalkana ku niha li Navenda Çandê ya Wêranşarê dengbêjiyê dike û li gel kurê xwe dest bi jiyîneke nû kiriye anî ziman ku ew pêkûtiyên ku di salekê de jiyîn gelek tişt ji jiyîna wê xwarine û zilm û netewperestiya bajarê ku lê dima vedibêje.
'Bes xeyala min lêxistina tembûrê, strîna stranan bû'
Kalkan dest nîşan kir ku hîn jî li hin bajar û navçeyên Kurdistanê zarokên keç di temenên biçûk de bo rojavayê Tirkiyeyê wek "bûk" tên firotin û anî ziman ku malbata wê yek ji wan malbata ye ku di havînê de ji neçarî û hêjarbûnê ji Kurdistanê koçî rojavayê Tirkiyeyê dibe. Kalkan anî ziman ku malbata wê yî 12 kulfetî bi tengasiyên debarî re rû bi rû dimîne û wiha got, "Deynê bavên min hebûn. Her çiqas min nexwest ez biçim jî, dema dibistan ketin betlaneyê ez çûm li nêv erdan xebitîm. Halbû min zêde ji muzîkê hez dikir. Xeyala min best lêdana tembûrê, strîna strana bû. Bi dizîka ez diçûm qursa tembûrê. Dema kekê min bihîst, nehişt biçim û min wek karker şand Yozgatê. Li Yozgatê min çape dikir, çinîna silqê dikir."
'Min xapandin'
Kalkan anî ziman ku malbata ku ew li nêv erdê wan dixebitîn, ew ji bo kurê xwe yî tiryakiyê maddeyê xwestine bikirin û wiha vedibêje, "Xwestin min bi kurê xwe yî tiryakiyê maddeyê û pirsgirêkên wî yî ruhî hene bizewicînin. Lê ne malbata min û ne jî min, me nizanibû ku kurê wan wisa ye. Gelek tişt wehd kirin. Nemaze derbareyê xeyala min a muzîkê û perwerdehiyê de diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin. A rast biryarên di wî temenî de ne, ne biryarên li cih bûn. Ez zarok bûm, li hember xiyalên xwe têk çûm. Her çiqas min zewac nedixwast jî, lê ez berbayî xeyalên xwe ketim û li hember vê min serî ranekir. Qala derfetên ku ne malabata min û ne jî civak berpêşî min kirine, kirin."
'Li nêv çandeke biyanî ez xeniqîm'
Kalkan diyar kir ku ew kesên ji Krudistanê keç û jinan bi bedêla pereyan wek "bûk" fikirin vê bi zanebûnî dikin û wiha axivî, "Çawa be ev qîza kurda ye. Jinên kurd hê bêtir bi xîret in. Dê li nêv zeviyan bixebitin, li malê bixebitin. Kurdan baş nas dikin. Bi taybetî li gor vê ferasetê e zhilbijartim. Ji ber ku ez keçeke gelekî bindest bûm, min hilbijartin. Min baş dizanibû ku ez dê bextewar nebim. Malbata min doza 15 milyara kir, lê belê qelen daxistin 12 milyarî."
'Xwezî 12 hezar lîreyê min hebûya û ez vegeriyama'
Kalkan diyar kir ku ji ber pereyê ku di bedêla wê de bo malbata wê hatiye dayîn, wê ji neçarî her tişt daqurtandiye û wiha got, "Ji ber ku qelen hatiye dayîn, dema min xwest ez vegerim rastî zehmetiyan û zordariyan hatim. Xezûrê min tim digot, 'Me bo te 12 milyar daye' û bi vî awayî tim wek malekê li min dinihêrî û nêzî mind ibû. Jiyana min ne bi pera bû. Xwezî wek wî pereyî min jî karibûya jiyana xwe bikiriya û li rabirduya xwe begeriyama."
'Tu ne aîdî van dera yî'
Kalkan da zanîn ku roja ku ew çûye rastî şidetê hatiye û wiha got, "Dema ew dixafîn, ez wek xerîbekê bûm. Min zaf ji govendgerandinê, tilîliyan hez dikir. Lê belê dema dawetên wan çêdibûn, bêyî tiştekîbikim bes rûdiniştim. Ez di nêv çandeke ku ne aîdê min bû fetisîm. Min bo xwe digot, 'Tu ne ya van dera yî, vegere warê xwe.' Min kasetên kurdî bi xwe re birbûn, lê min dengê şikandina kasetan dibihîst. Min niakribû bi malbata xw ere bi kurdî biaxifim. Dayika min û pîra min bi tirkî nizanin. Dema min di têlefûnê de bi kurdî diaxifiya ez rastî şidetê dihatim. Min cil û bergên xwe yî herî xweşik ên herêmî biribûn, da ez ê di dawetênw an de li xwe bikim, lê detsûra vê endan."
'Min qet xiyala bûkaniyê nekiribû'
Kalkan anî ziman ku bes xiyala wê bilîbûna bi muzîk û perwerdehiyê bû û wiha axivî: "Dema ez zarok bûm min qet xeyala bûkantiyê nekiribû. Gelek caran ez bi pitikên pêlîstokî leyîstim. Maloka ku min pê lîst û lîstikên zarokan ên din, ez di 15 saliya xwe de leqayî wan hatim. Roja ku ez wek bûk çûm wê malê, min xwe da ber pirsa. Dema di bin wê xêliyê de, dengên dihatin min, ez ber bi zelaliyekê ve dibirim."
'Min soza hêzbûyînê da xwe'
Kalkan da zanîn ku malbata zilamê ku ew jia liyê malbatê ve bo wna hat firotin, tim wê û gelê kurd biçûk dixist û her dixwestin wê asîmile bikin û wiha got, "Çima ez? Çima kurd? min her ev pirs ji xwe dipirsîn. Çima em ji hêjarî û ençarî çûn erdê wan û ev hatins erê me? Ev ne çarenûsa min bû. Çarenûsa me li nêv destê me ye. Min sozê hêzbûyînê da. Dê zarokê min jî li nêv wan asîmile bibûna."
Dema vegeriya xaka xwe li hemberî hişmendiya mêriyî şer kir
Kalakn anî ziman ku piştî kurê wê çêbû jî ew rastî şidetê dihat û ji ber vê êdî niakribûye îdare bike û tevî kurê xwe berê xwe daye warê xwe, Wêranşarê. Kalkan got, li warê xwe jî li hemberî hişmendiya mêriyî şer kiriye û anî ziman ku yên ku hêz didin wê ew jinên ku li nêv têkoşîna gelê kurd cihê xwe digirinin.
Kalkan dest nîşan kir ku divê tu giyanewerek jî ji qada xwe yî jiyînê neyî koçberkirin û wiha got: "Wk koleyan dev ji firotina me yî jinan ên deverên biyanî berdin. Jiyîna me qetil nekin. Ji ber ku em kurd in wek bûkantî tên kirîn. Em li wan dera dibin kole."
(red)