DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji ber axaftinên der barê xweseriya demokratîk de lêpirsîn

 
17 Hezîran
12:27 2016

EDENE (DÎHA) - Panela ku ji hêla DBP'a Mûşê ve hat li darxistin, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî beşdar bû û di panêlê de ji ber ku Yuksek xweseriya demokratîk vegot, der barê Yuksek û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine lêpirsîn hat vekirin. Yuksek ê di girtîgehê de ye, piştî îfade da dozgeriyê, diyar kir ku ji xwe xweseriya demokratîk di destûrnameya partiya wan de heye.

Di 24'ê nîsaanê de ji hêla DBP'a Mûşê ve di bin navê "Em ji bo demokrasiya xwecîhî, kesayetiya serbixwe û civaka demokratîk bi hev re nîqaş dikin" panelek li darxistin. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ji ber wekî axaftvan beşdarî panelê bûn, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser lêpirsînê Yuksek ê li Girtîgega Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê dimîne, bi daxwaza Serdozgerê Komare yê Mûşê li Edliyeya Edeneyê îfade da.

Meqama îdiayê axaftinên Yuksek ên der barê xweseriya demokratîk de wekî "propagandaya rêxistinê" nirxand.

Yuksek bi rêya parêzerê xwe îfade da û sûcên der barê xwe de red kir û ev tişt got: "Min bername û polîtîkaya rêxistinê vegot. Di metna ku min xwen de, herî zêde binê xweseriya demokratîk hatiye xêzkirin. Di vir de propagandaya rêxistinê nehatiye kirin. Ji xwe xweseriya demokratîk di destûrnameya partiyê de heye."

Parêzerê Yuksek Vedat Ozkan diyar kir ku ji ber bandora desthilatdariyê li ser darêze heye, der barê miwekîlê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û xwest biryaya bêşopandinê bê dayîn.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN