DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Eger êrîş bidomin dê Tirkiye wenda bike'

 
16 Hezîran
14:25 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ku ketina wan a Şirnexê hate astengkirin, serdanên xwe yên li Silopiyayê bi dawî kirin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca balê kişand ser êrîşên tevkujiyê û got "Eger demokrasî û hiqûq pêş nekeve dê Tirkiye wenda bike."

Heyeta HDP'ê ku ji ber çûyîna wan a Şirnexê hate astengkirin berê xwe dan Silopiyayê, xebatên xwe yên li navçeyê xilas kirin. Heyeta ku di nav de Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, parlamenterên HDP'ê Besîme Konca, Ayşe Acar Başaran û Ferhat Encu hene, li avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP'a Silopiyayê civîna çapemeniyê lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca di daxuyaniyê de balê kişand ser pêdiviya makezagoneke nû û got "Eger demokrasî û hiqûq pêş nekeve dê Tirkiye wenda bike."

Konca anî ziman ji bo rê li ber xirakirina bajaran bigirin xebatên wan têr nekirine û got dê weke partî û meclîsa jinan xebatên xwe bidomînin.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN