DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Fêrbûna hemû zaravayan dê sînoran rake'

 
16 Hezîran
09:35 2016

AMED (DÎHA) - Peykertiraşê rojhilatî Seywan Seidiyan ji bo gelê Bakur û rojhilatê Kurdistanê bikaribin bi hev re têkilî danin bi alikariya Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşikçî ya Amedê dest bi dayîna dersa soranî kir got ku gelê Bakur û Rojhilat ji hev fêm nakin û wiha axivî: "Ez dixwazim ev bibe bingehek ya têkiliyên me."


Peykertiraşê rojhilatî Seywan Seidiyan hem reng dide hunera kurdî hem jî hewl dide ku zanînên xwe bi gelê bakurê Kurdistanê re parve bike. Seidiyan dest bi dayîna kursa zaravayê soranî kir. Heta niha Seidiyan li Akademiya Ehmdê Xanî jî kursa soranî vekiriye. Seidiyan bi alîkariya Weqfa Îsmaîl Beşikçi ya Amedê li avahiya Oryil My Ofîs dest bi dayîna dersa soranî kir. Kursa ku îlana wê li ser medya ya civakî çêbû, bi hatina cem hev ya bijîşk, mamoste, parêzer û rojnamegeran re dest bi fêrbûna soranî kir. Bi du polan, di dawiya hefteyê û navenda hefteyê ders tê dayîn. Hêjmara xwendekaran nêzî 40 kesî ye.

'Ez dixwazim ev bibe bingeha têkîliyan'

Mamosteyê kursê Seidiyan diyar kir ku ew bi alfabeya soranî ders dide û armanca wî ew ê bi salekî soranî fêrî hevalên xwe bike. Seidiyan da zanîn ku ew bi şêwazên cuda dersê dide, hem karê mal hem jî ji bo fêrbûna guh stranên soranî dide guhdar kirin. Sediyan destnîşan kir ku qutbunek di navbera Rojhilat û bakurê Kurdistanê de heye û wiha got: "Em ji hev fêm nakin, ez dixwazim ev bibe bingehek ya têkiliyên me." Seidiyan bilêv ku xwendekarên wî hemû kesên ciwan û temen mezin in û wiha pêde ç: "Em perwerdê didin mezinan ji ber ku zarokên Bakur bi tirkî diaxivin, divê destpêkê fêrî kurmancî bibin û pişt re jî em wan fêrî soranî bikin."

'Ez kurdî û dimilkî dizanim û niha jî dixwazim fêrî soranî bibim'

Nunerê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşikçi yê Amedê û kursiyer Ehmed Kanî jî diyar kir ku ji bo peywendî di nava parçeyên Kurdistanê de çêbibe wan alîkarî da vê kursê. Kanî got ku wan xwest kesên di nava civakê de dixebitin ji bo peywendiyan fêrî soranî bibin. Kanî da zanîn ku ew destpêkê mamostayê zimanê turkî û niha jî mamostahiya kurmancî û dumilkî dike û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Her tim zimanan bala min kişandiye, ez kurdî û dimilkî dizanim û niha jî dixwazim fêrî soranî bibim".

'Soranî ji min re wek helbestkî tê'

Mamostaya îngilîzî û kursiyera kursa soranî Ferayî Olçer jî diyar kir ku ew dixwaze fêrî hemû zaravayên kurdî bibe, ew difikire ku dema kurd hemû zaravayên xwe bizanin dê hestên neteweyî xurt bibin û yekîtiyê bide avakirin û sînor rabin. Olçer got ku ew ji dersê kêf digire û gotinên xwe wiha bi dawî anî: "Dema ez hevalên xwe dibînim ez kêfxweş dibin ji ber ku hîsên me hevbeşin. Soranî ji bo min pir xweş tê, ez wek zimanek helbestî dibînim. Dema mirov ji tiştekî hez bike û jê re hewl bide mirov bi ser dixe."

(bî-fd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN