DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo qadên berxwedanê distrên!

 
16 Hezîran
09:13 2016

ÊLIH (DÎHA) - Koma Mîr a muzîkê ya ji zarok û ciwanan pêk tê ji bo Sûr, Cizîr û Sîlopiyê li kolanê stranan dibêjin her êvar li cadeya herî zêde çûn û hatin lê zêde ye ya Êlihê eleqeyeke mezin dibînin. Endamên komê yên ciwan dê dahatê ji bo navendên xwerêveberiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin bişînin.

Li Êlihê beriya 3 mehan Bariş Çoban (16), Vedat Ozdemîr (16), Berk Tuzun (17) û Muhammed Algur (18) ê hatin cem hev Koma Mîr a muzîkê ava kirin û li kolanan distrên. Endamên komê yên li hemberî bûyerên li Cizîr, Sûr, Sîlopî, Şirnex û Nisêbînê bêdeng namînin her êvar piştî fitarê li cadeya Amedê herî çûn û hatin lê zêde ye ya Êlihê bi şîra "Ji bo Sûr, Cizîr, Sîlopî muzîk li kolanê" distrên rastî eleqeya mezin a gel dibînin. Kom dê dahata bê bi riya Komeleya Rojava ya Êlihê ve bigihîne malbatên mexdûr.

'Di rûyê zarokên mexdûr de bibin kenek'

Koma ku stranên kurdî û sirûdên şoreşgerî distrên ji endamên komê Bariş Çoban ê 16 salî diyar kir ku alîkariyên tên kirin di deryayê de dilopek e lê ji bo ku hemû kes tiştekî bike di vî warî de jî dikare yekîtiyekî watedar ava bikin. Çoban anî ziman ku heta ji destên wan bê dê alîkariyê bidin welatiyên ku ji Sûr, Cizîr, Sîlopî, Şirnex û Nisêbînê ji cih û warên xwe koç ber bûne û wiha axivî: "Dibe em ê nikaribin birînên xwîşk û birayên xwe hemûyan bipêçin lê kêm be jî em ê bibin di rûyên wan de. Divê hemû kes tiştên ku dikeve li ser milên wan bikin, destên xwe bide gelê me."

'Divê hemû kes destên xwe bite bin kevir'

Çoban bal kişand li ser nêzîkatiyên welatiyan jî û got ku mirovên ku ji cadeyê derbas dibin pirsa "Çima we pêdivî bi tiştekî bi vi rengî dît?" dikin û wiha axivî: "Li her derê şer, êş, rondik heye di rewşekî bi vî rengî de em nikarin vala rûnên. Ji bo wan mirovan çi ji destên me bê em ê bikin. Niha ji destê me muzîka li kolanê tê em ê dahatê ji vir tê ji bo malbatên mexdûr bûne bişînin. Ango divê hemû kes destên xwe bikin bin kevir."

'Divê hemû kes alîkariyê bide'

Solîstê Koma Mîr Vedat Ozdemîr jî anî ziman ku ew ê dahatê 5 roj beriya Cejna Remezanê bigihînin malbatên Cizîr, Nisêbîn û Sûrê. Ozdemîr diyar kir ku heta cejnê dê navberê nedin û li benda hemû kesan e ku alîkariyê bidin.

Ozdemîr wiha got: "Mirov li kolanan birçî ne, ji ber vê yekê li malê vala rûniştin nerast e. Armanca me alîkarî dayîna xwîşk û birayên me yên hatine mexdûrkirin e. Bila hemû gelê Êlihê çi ji destên wan tê bikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN