DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin di 'Sifreya Rûerdê' de tên cem hev

 
16 Hezîran
09:13 2016

AMED (DÎHA) - Sifreya Rûerdê ya ku ji hêla KJA'yê ve li Amedê her hefte li cihekî cuda tê danîn, hewl dide di navbera jinan de yekitî û piştgiriyê bide avakirin. Aktivîsta KJA'yê Arzu Karaman diyar kir ku bi vê xebatê jiyana komînal derketiye holê û aşkera kir ku piştî fitarê li ser geşedanên rojane nîqapşan didin meşandin.

Bi minasebeta meha Remezanê Komgreya Jinên Azad (KJA) her hefte li Amedê li cihekî cuda Sifreya Rûerdê datîne û hewl dide li gorî ruhê vê mehê yekitî û piştgiriyê di nava jinan de bide avakirin. Ev xebata KJA'yê li navçe û bajaran ji hêla aktivîstên KJA'yê ve tê sazkirin.

Armanc piştgirî ye

Karaman diyar kir ku ew bi şerekî dijwar re rû bi rû ne, ji vî şerî jî herî zêde jin û zarok pêbandor dibin. Karaman got ku ji bo ew di navbera jinan de yekitî û piştgiriyê bidin avakirin, di meha Remezanê de Sifreya Rûerdê sazdikin, li her taxê dema sifre tê rastkirin jin beşdarî sifreyê dibin.

'Jiyana komînal derket holê'

Karaman, destnîşan kir ku jinên beşdarî şahiyê dibin, li malê xarinên xwe çê dikin û tînin, di heman demê de ev xebat ji hêla gel ve rastî eleqeyeke mezin tê. Karaman bi lêv kir ku bi Sifreya Rûerd re jiyana komînal derketiye holê, bi vê rêyê di navbera jinan de têkiliyek hatiye avakirin û bi hevre jiyanke hatiye avakirin.

'Dê xebatên me bidomin'

Karaman, got ku xarina ku ji hêla her jinê ve tê çêkirin, wan di Sifreya Rûerd de tîne gel hev û ev tişt got: "Ev xebata me ji hêla jinan ve gelekî tê ecibandin. Em tenê xarinê naxwin, di heman demê de heta derengiya şevê em der barê geşedanê li herêmê de nîqaşan dimeşînin. Dê xebatên meyên bi jinan re berdewam bikin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN