Ji bo pêşnûmeya derbeyê bê betalkirin 52 nîşe pêwîst in
ENQERE (DÎHA) - Pêşnûnemeya Makeqanûnê ya ku destnedana wekîlan radike piştî hat erêkirin, HDP'ê ji bo serî li Dadgeha Makeqanûnê bide, daxwazname ji îmezeyê re vekir. Îmzeyên ku dê heta roja duşemê bên berhevkirin, ji derveyî HDP'ê dema 52 îmze bên berhevkirin, dê li hemberî pêşnûneya "derbeyê" serlî li AYM'ê bidin.
Pêşnûmeya guhertina Makeqanûnê ya ku destnedanê radike, HDP ji îmzeyê re vekir. Ji bo pêşnûme bê betalkirin îmzeyên tê xwestin dema bên berhevkirin dê HDP bişîne Dadgeha Makeqanûnê. Wekîlê HDP'ê Mîthat Sancar li meclisê daxuyanî da û diyar kir ku wan pêşnûme ji îmzeyê re vekiriye.
Dê duşemê serî lê bidin
Sancar diyar kir ji ber ku Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana tevli xebatên meclisê nabe, ew wekî HDP 58 îmzeyên wan heme û ev tişt got: "Ji bo em daxwaznameyan bidin meclisê, pêwistî bi 52 îmzeyan heye. Divê herî dereng em roja duşemê serî lê bidin."
Sancar diyar kir wan berê di vê der barê de bi wekîlên CHP'ê re hevdîtin pêk anîne, lê banga wan ne tenê ji bo CHP'iyan e û ev tişt got: "Bila bên em hejmarê bikin 110 îmzeyan û serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin."
Ji bo CHP'ê bang
Sancar aşkera kir ku ew nizanin di nava CHP'ê de xebateke çawa tê meşandin û ev tişt got: "Heke ew bixwazin em hemû dê li gorî amedekariyên wan îmzeyên xwe bavêjin, an jî ew dikarin îmzeyê bavêjin binên amedekariya me. Em dixwazin hemû rêyên demokratîk bi kar bînin."
(ms)