Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglu li dozgeriyê ne
ENQERE (DÎHA) - Dosyayên fezlekên Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û hin parlamenterên din şandin dozgeriyê.
Piştî ji bo rakirina destnedana parlamenteran pêşnûme hat amadekirin, fezelkeyên li Meclis û Wezareta Edaletê hatine rawestandin, rojên borî şandibûn dozgeriyê, 11 fezlekeyên der barê Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Wekîlê CHP'ê Levent Gok de hatibûn amadekirin şandin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.
Piştî fezleke gihiştin destê dozgeriyê, dê dozgerî ji bo îfadeyê bangî xwediyên fezlekeyan bike. Dema dozger pêwîstî bi darizandinê dît, dê der barê van navan de doz bê vekirin.
(ms)