DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP ji bo 110 îmzeyan dikeve nav tevgerê

 
15 Hezîran
09:21 2016

ENQERE (DÎHA) – HDP ji bo "zagona darbeyê" ya AKP'ê betal bike ji bo 110 îmzeyên pêwîst dikeve nav liv û tevgerê. HDP dê îro derbarê mijarê de metna hatî amadekirin aşkere bike û di serî parlamenterên CHP'ê bang li hemû demokratan bike ku ji bo AYM'ê îmze bidin.

Teklîfa guherîna Qanûna Esasî ya ku rê li ber rakirina destnedayîna parlamenteran vedike û di raya giştî de weke "zagona darbeyê" hate binavkirin, piştî ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hate erêkirin kete meriyetê. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re, fezlekeyên derbarê parlamenteran jî bi lez û bez ji dozgeriyan re têne şandin. HDP jî li hemberî vê darbeya siyasî, hewldanên xwe yên hiqûqî û polîtîk didomîne. HDP ku beriya niha di çarçoveya xala 85'emîn a Qanûna Esasî de serî li Dadgeha Qanûna Esasî da, îro jî ji bo betalkirina vê biryarê dest bi berhevkirina 110 îmzeyên pêwîst dike.

HDP: Guherîn li dijî Qanûna Esasî ye

Dê HDP, bi îmzeyên hevserokên partiyê û serokwekîlên partiyê dest bi vê xebatê bike û hewl bide ku 110 îmzeyan kom bike. Dê di metna îmzeyê de bi taybet "rêgeza veşarîbûna dengdayînê" û "îhlala dewleta demokratîk" were destnîşankirin. Her wiha rê di metnê de HDP car bibîrxîne ku guherîn bi fermana Serokomar Erdogan ve hatiye destpêkirin û armanc ew e ku siyaseta demokratîk were tasfiyekirin.

Ji ber van hincetan dê HDP destnîşan bike ku guherîna hatî kirin li dijî xalên 2, 4, 83 û 148'emîn e û daxwaza rawestandina biryarê bike.

Divê muhalîfên di nav CHP'ê de piştgiriyê bidin

Kiliçdaroglu gef li parlamenteran xwaribû

Dê HDP bi 58 parlamenterên xwe vê metnê îmze bike lê mijara nîqaşê ye ku gelo dê 62 îmzeyên din jî were komkirin an na. Bi taybet di vê mijarê de helwesta CHP'ê girîng e lê heya niha CHP di vê mijarê de bûye hevkarê polîtîkayên AKP'ê. Li gel ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi gefa "Kî ji bo AYM'ê îmze bide dê ji partiye were îhraç kirin" xwest rê li ber parlamenterên CHP'ê bigire jî, helwesta parlamenterên muhalîf ên partiyê tê meraq kirin.

2 parlamenterên CHP'ê piştgirî dan

Ji xwe piştî daxuyaniyên Kiliçdaroglu, Parlamenterê CHP'ê yê Mersînê Fîkrî Saglar ji bo komkirina 110 îmzeyan ketibû nav liv û tevgerê. Piştî Saglar, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Eren Erdem jî daxuyandibû ku ew jî îmze dide. Lê ji bilî van du kesan heya niha di nav CHP'ê de helwestek xurt derneketiye holê. Ji ber vê yekê çavên raya giştî û derdorên demokratîk li ser parlamenterên CHP'ê ye.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN