DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li dijî mîrateya çandî jî cudakarî tê kirin

 
15 Hezîran
09:12 2016

DERSIM (DÎHA) - Li navçeya Mazgêrdê Dêra Ermen a Golbagi ji ber xemsariyê di bin axê de maye lê li cem dêrê Tirba Eltî Hatun û migefta heyî hatine restorekirin.

Li navçeya Mazgêrdê ya Dersimê Dêra Ermen a Golbagi ku nayê zanîn kengî hatiye çêkirin bi tunebûne re rû bi rû ye. Dêra ku tê zanîn heta salên 1900'an ji aliyê ermenan ve hatiye bikaranîn ji kevirên şedayî û moloz hatiye çêkirin di plana nefelê çarpel ve hatiye înşakirin.

Dêr qasî 5 metre bilind e deriyê wî yê rojhilat ji ber xemsariyê di bin axê de maye, derûdora dêr jî bi axê tijî bûye, di dêrê de bi taybetî jî freskên aydî sedsala 18'emîn balê dikişîne.

Banê dêrê hilweşiyaye diwar di bin axê de mane

Banê dêrê bi temamî hilweşiyaye, diwarên wî li ser du stûnan mane. Diwar û derî hema ku di bin axê de mane. Darê li hundirê dêrê jî nîşan dide ku bi salan e kesekî li dêrê nenêriye.

Dîsa ji ber ku diwar hilweşiyane hewşa dêrê jî bi keviran tijî bûye. Lê li aliyê din li cem dêrê Mizgefta Eltî Hatun û Tirba Eltî Hatun jî hatine restorekirin. Ev yek jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî avahiyên dîrokî ya cudakar nîşan dide.

Turbe hate restorekirin

Dêr ji aliyê defînegeran ve hatiye kolandin. Tirba Eltî Hatun a li ber serê dêrê jî li gorî agahiyan ji aliye Sultanê Akkoyunê Uzun Hasan ve ji bo birayê xwe yê bi gotina "ez ji maran ditirsim min ji wan biparêze" bi kar aniye hatiye çêkirin. Gora Eltî Hatun ji bo ku mar negihijîn li jor tê girtin.

Dîsa li tirbê goreke aydî kê ye nayê zanîn heye. Tİrba ku deriyên wî girtîne welatî find pêdixin hê jî li vir dua dikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN