Demîrtaş: Dê hevalên me hemû heman parastinê bikin
NAVENDA NÛÇEYAN ( DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Parlamentoya Ewopayê de axivî û diyar kir ku dema wan bi zorê bibin dadgehê, ew dê metna hevbeş a ku hatiye amadekirin bi hev re bixwînin û dê hemû hevalên wan heman parastinê bikin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di serdana xwe ya li Brukselê de li Parlamentoya Ewropayê de axivî. Demîrtaş li vir bi wekîlan re hat gel hev, axaftineke kurt kir. Demîrtaş bal kişand ser rakirina destnedanên wekîlan û dosyayên ku şandin dozgeriyê, aşkera kir ku wan bi wekîlan re metneke hevbeş amade kiriye û ew dema bi zorê birin dozgeriyê dê vê metna hevbeş bi hev re bixwînin.
Demîrtaş gotinên xwe yên wekî "Dê dozgerî dawetiyê ji bo wan bişîne lê ew dê neçin" dubare kir û wiha pêde çû: "Piştî wê îhtîmalek mezin a dê biryara girtinê bide an jî ya girtinê derxe. Dê bi vî şeklî me bizirê bibin. Me bi hevalên xwe re biryareke hevbeş girt. Me li ser metneke hevbeş biryar da. Dê ev metin ji hêlah hemû hevalên me re bê xwandin."
Demîrtaş bi Alîkarê Hevserokên Giştî Hişyar Ozsoy û Wekîla Şirnexê Leyla Bîrlîk re gera xwe berdewam dike, serlêdana ku dê 3 rojan bidome, dê bi Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz, Berdevka Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Bi Derve re ya YE'yê Federîca Mogherînî û Konseya Serokatiya Partiya Demokratên Civakî ya Ewropayê (PES) û Roportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî re dê hevdîtin bên kirin.
(ms)