DBP jî dê biçe Şirnexê
AMED (DÎHA) - DBP jî dê beşdarî bernameya ku Dê Kongreya Civaka Demokratîk di 16'ê Hezîranê de ji bo rakirina dorpêça li Şirnexê bê rakirin li dar bixe bibe.
DBP'ê daxuyand ku dê di 16'ê Hezîranê de ji bo rawestandina dorpêça li Şirnexê û piştevaniya gel Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) ku biçe bajar ew ê jî beşdarî bernameyê bibin. Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Salîh Yildiz di civîna çapemeniya li li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê de axivî diyar kir ku ew ê di 16'ê Hezîranê de biçin Şirnexê. Yildiz bilêv kir ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û rêveberên DBP'ê jî beşdarî çalakiyê bibin.
'Divê rêxistinên civakî yên sivîl bihistiyar bin'
Yildiz destnîşan kir ku banga KCD'ê girîng e, bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir û xwest tevlî meşa ku bi pêşengiya KCD'ê dê bê lidarxistin bibin. Yildiz da zanîn ku îxtidar dixwaze hemû aliyên ku wekî wan nafikirin ji holê rakin. Yildiz destnîşan kir ku divê Şirnex û Nisêbîn ji gel re bê vekirin, îxtidar daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" dide lê hê jî desturê nade ku gel vegerin malên xwe. Yildiz xwest ji bo rakirina dorpêçê divê rêxistinên civakî yên sivîl bihistiyar bin.
(sa)