DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jiyana dojehê ya jinên Minbîcê bi dawî bû

 
14 Hezîran
12:06 2016

ERDOGAN ALTAN

MINBIC (DÎHA)
- Jinên ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û xwe gihandin qadên azad, diyar kirin ku bi taybet jiyana jinan weke jiyana dojehê bû û gotin "Hemû welatiyên li Minbîcê li benda QSD'ê bûn ku werin wan rizgar bikin. Niha ji ber ku em azad in em pir kêfxweş in."

Pêngava rizgarkirina Minbîcê ya ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ve bi navê "Operasyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla" tê meşandin, di roja 14'emîn de berdewam dike. Ev pêngav bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tê meşandin û heya niha gelek gund û gundik û bi hezaran welatî ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Bi taybet jin û zarokên ku di bin zilma çeteyên DAIŞ'ê de di nav jiyana dojehê de bûn, herî zêde vê pêngavê bi coş pêşwazî dikin. Welatiyên Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkes ên Minbîcê ji ber vê rastiyê ye ku vê pêngavê ji bo xwe weke vegera ji nû ve jiyanê binav dikin.

'Ji bo jinan dojeh bû'

Di qadên hatî rizgarkirin de, hevser û xizmên gelek jinan ji aliyê çeteyen ve bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Zarokên keç ên rastî tacîz û tecawiza çeteyên DAIŞ'ê hatine, bi gotinên "Ji bo jinan dojeh bû" tiştên ku rû bi rû mane anîn ziman. Jina bi navê N.R.H. (47) ya ku hevserê wê ji aliyê çeteyan ve hatî kuştin û keça wê ya biçûk jî hatî revandin, anî ziman ku ji serê 2014'an heya niha çeteyan her cûre îşkence li mêrên herêmê kirine û yên li ber xwe dane jî kuştine. N.R.H. da zanîn ku hevsera wê jî bi îşkence hatiye kuştin û wiha pê de çû: "Pişt re hatin mala me û gotin 'Nerevin an na emê we hemûyan bikujin.' Min jî ji bo zarokên xwe yên biçûk ji wan biparêzim dernedixist ji derve. bi taybet min nezanî ezê çawa keça xwe ya 13 salî ji wan biparêzim. Ji ber ku me bihîstibû çete jinên ciwan û keçên biçûk bi navê 'cariyeyan' direvandin û tecawiz li wan dikirin."

'Jin li hemberî çeteyan li ber xwe dan'

N.R.H. got ku zimanê wê nagere ku tiştên jiyanê bîne zer ziman û wiha berdewam kir: "Ji bo keçên me û jinên ciwan rastî tecawiza çeteyan neyên me di nav xizman de wan dizewicand. Lê dîsa jî çete rehet nedisekinîn. Ji ber hovitiya wan me çend çeteyan kuştin. Dema çete ji me pirsa kuştina wan dikirin me digot wan xwe kuştine. li hemberî zilm û zextan kêm be jî me berxwedan nîşan da."

N.R.H. kêfxweşiya xwe ya azadiyê jî bi van gotinan anî ziman: "Zarokên herêmê em xilas kirin. Her çiqas ez zilma çeteyan tu caran ji bîr nekim jî niha ji ber ku ez li qadên azad im pir kêfxweş im.

'Xwedê dizane çi hat serê jinên ciwan'

Yek ji jinên ku ji destê çeteyan hatî xilaskirin ku nexwest navê xwe bêje, da zanîn ku çeteyan jinên ciwan weke "koleyên seksê" bikar dianîn. Jina ku jinên qadên azad nîşan da axaftina xwe wiha berdewam kir: "Xwedê dizane çi hate serê van jinan."

'Jiyana jinan jiyana dojehê bû'

Jinek din a ku zextên çeteyan anî ser ziman bilêvkir ku ji ber ku nikaribûn derkevin derve bi rojan birçî mane û wiha behsa rojên koletiyê kir: "Ez çi bêjim, 3 salan jiyana me jiyana dojehê bû. Hemû welatiyên li Minbîcê li benda QSD'ê bûn ku werin wan rizgar bikin. Niha ji ber ku em azad in em pir kêfxweş in."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN