DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

11 HDP'î rastî lêpirsîna ‘Heqareta Serokomar' hatin

 
14 Hezîran
09:25 2016

HATAY (DÎHA) - 11 endamên HDP'ê yên Hatayê yên rakirina parêzvaniya wekilên HDP'ê şermezar kirin bi hinceta "Heqaret li serokomar kirine" rastî lêpirsînê hatin. Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Şukran Dag Cabir, diyar kir ku êdî daraz li gorî kêyfa siyasî biryaran distîne.

Di demên dawî de gelek welatî ji ber têkildarî Serokomar Erdogan fikrên xwe tînin ziman rastî lêpirsîn û dozê tên. Herî dawî endam û rêveberên HDP'ê yên Hatayê ji ber parêzvaniya wekilên HDP'ê şermezar kirin û helwesta Serokomar Erdogan rexne kirin rastî lêpirsînê hatin. Der barê 11 endamen HDP'ê yên Hatayê de ji ber gotina "Diz qatil Erdogan" û "Bimre dîktatoriya Qesrê" bi îdîaya “Heqaret li Serokomar Erdogan kirine" lêpirsîn hat vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Şukran Dag Cabir, diyar kir ku êdî daraz li gorî kêyfa siyasî biryaran distîne. Cabir, da zanîn ku wan rastiya Erdogan aniye ziman û ev yek nabe heqaret.

Cabîr, da zanîn ku rakirina parêzvaniya wekîlên HDP'ê êrişa li dijî vîna gel e û wiha got: "Êdî ev sloganên "Diz, Qatil Erdogan" bûne malê civakê. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje ev heqaret e. Ev rastiya Erdogan e. Li gorî zagonan navê van pekaninên Erdogan dîktatorî ye. Divê yên komkujî pêk anîne bên darizandin û doz li wan bê vekirin. Lê mixabin daraz der barê yên silogan berz kirine de dozê vedike. Êdî daraz bûye siyasî û li gorî siyasetê biryarê dide. Zagon, rêveberî û her tişt ketiye destê AKP'ê. Ji ber vê yekê Serokomar û AKP çi nîşan bide ew dibe hedef.

Cabir, bilêv kir ku ev silogan raste rast Erdogan pênase dike û ev yek nabe haqaret. Cabir, anî ziman ku ew dê heta dawî li dijî van zext, zordarî û binpêkirina mafan têkoşîna xwe bilind bikin û tu carî neheqî, nelirêtî û diziyê qebûl nakin.
Cebîr, herî dawî destnîşan kir ku ew dê her dem dengê xwe li kolanan bilind bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN