DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Diwana Dengbêjên Zarok

13 Hezîran
11:49 2016

AMED (DÎHA) - Ji bo xwendekarên ku li Konservatuara Bajar a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Diwana Dengbêjên Zarok hate lidarxistin.

Ji bo xwendekarên ku li Konservatuara Bajar a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê yên ku bi newa û kilaman ve çanda dengbêjiyê digihîne nifşan Diwana Dengbêjên Zarok hate lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak û malbatên zarokên ku di beşa muzîkê de perwerde dibin ên temenê wan di navbera koma 2,5-5,5 de ne beşdarî dîwanî bûn.

Zarokên ku bi cilên xwe yên neteweyî ve derketin stranên kurdî yên id nava salê de hîn bûn stran.

Anli: Dê zarok bi çanda xwe ve mezin bibin

Hevşaredar Anli di bernameyê de axivî û zarok pîroz kir. Anli wiha axivî: "Malbatên li vir xwedî li ziman, çanda xwe derdikevin û ji bo ku zarok hînî çand û zimanê xwe bibin vî xebatê dikin ez spasiyên xwe li wan dikim. Zarok dê li mal, tax, bajar û gundên xwe dê bi çand û zimanê xwe ve mezin bibin."



Encama xebata 7 mehan

Midûrê Konservatuarê Şêrko Kanîvar jî der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku ji mijdara 2015'an heta niha 92 zarok hem di warê pratîkê de hem jî di warê hêmayên muzîkê de perwerde bûn û Dîwana Dengbêjen Zarok encama xebata 7 mehan e. Kanîvar wiha axivî: "Zarok bi malbatên xwe ve 3 mehan tevlî xebatên muzîkê bûn. Ji ber vê ev malbat di nava 7 mehan de dizanin ku zarok ji kîjan merhaleyan derbas bûne, di warê muzîk û çandî de hînî çi bûne baş dizanin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN