DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Rojnivîska Qendîlê bû pirtûk

 
13 Hezîran
09:59 2016

AMED (DÎHA) - Nivîskar Îbrahîm Dag rojnivîskên Qendilê bi navê "Rojnivîska Qendîlê" û zimanê tirkî kir pirtûk û çap kir.

Îbirahîm Dag, nivîsên xwe yên rojnivîskên Qendîlê bi 3 sernavan gihand hev û bi navê "Rojnivîska Qandîlê" çap kir. Pirtûk di weşanxaneya Goran de hat çapkirin. Dag, çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên ji rêya Ewropayê heta Hewlêrê, ji Hewlêrê heta Qempa Mexmûrê û ji wir jî heta Qendîlê diçe, bi zimanekî wêjeyî, dîrokî û civakî û mîna bîranîn di bin navê "Rojnivîska Qendîlê" kir pirtûk.

Îbrahîm Dag, di pirtûkê de xwendevanan bi xwe re dibe Qendîlê, dîroka PKK'ê bi awayekî resen û kin radixîne ber çavan û heta îro bi kêmanî be jî wê demê bi bîrdixîne. Bi vê re dibe şahidê êrîşa hewayî ya 24 Tîrmehê û tiştakî ji yaye bi berfirehî tîne ziman. Nivîskar rojên ku li Qendîlê derbaskiriye, bi zimanekî wêjeyî wehadibêje. Nivîskar vê pirtûka xwe diyarî giyanê pakrewanê di dema berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane Musa Yildiz û Birahîm Aybay kir.

Îbrahîm Dag, di sala 1965'an de li Xarpûtê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li wir qedand. Zanîngeh li Fakulteya Hiqûqê ya Dîcleyê qedand. Di dema darbeya 12 Îlonê de koçberî Elmanyayê bû. Pirtûka bi navê "Rojnivîska Qendîlê" pirtûka nivîskar ya yekemîn e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN