Jinên deng dan Geverê: Rê dirêj in lê ne dûr in!
COLEMÊRG (DÎHA) - Ji "Platforma hewldana jinê ya ji bo aştiyê" Îzlem Oktay, Ceren Acar û Zale Karademîr ji bo deng bidin kampanyaya ji bo Geverê hatiye destpêkirin ji Stenbolê hatin navçeyê û tevlî xebatên înşayê bûn.
Jinan deng dan kampanyaya piştevaniyê ya ji bo navçeya Geverê ya Colemêrgê ku 79 rojan di bin êrîşên qirkirinê de man. Ji "Hewldana jinê ya ji bo aştiyê" Îzlem Oktay, Ceren Acar û Zale Karademîr ji Stenbolê hatin navçeyê û tevlî xebatên înşayê bûn. Jinan diyar kirin ku Gever parçeyekî axa wan e û wiha gotin: "Ev ax parçeyekî me ye û ji bo hatina vê derê divê em qet netirsin." Jinan ji bo tevlîbûna kampanyaya "Xwebira" bangawazî kirin.
Ceren Acar a ji Kayseriyê ye diyar kir ku bi banga platformê hatiye û wiha axivî: "Me dît ku hatine vê derê zehmet e, hewldana tenêkirina gelê Geverê heye. Lê ligel hemû tiştan jî em hatin vê derê." Acar bilêv kir ku xirakirina ku li Geverê heye ji ya wêneyan tê dîtin wêdetir e, pêdiviya gel bi piştevaniyê heye lê hejmara dildarên ku tên kêm e. Acar wiha axivî: "Bajarekî hatiye xira kirin heye, hatiye talan kirin û rewşa mirovan ne baş e. Ji ber vê yekê jî pêdivî bi gelek mirovan heye."
Acar anî ziman ku geveriyên ku vegeriyane bi derfetên xwe yên kêm malên xwe înşa dikin û wiha berdewam kir: "Malên wan tuneye, xwarin tuneye, pêdivî bi hêza mirovan heye. Em dibin şahidê hemû tiştan. Bajar tê xirakirin û mirov di şertê zehmet de ne. Ji bo ev xilas bibe divê em bêhtir deng derxînin. Ji ber vê em ji Stenbolê hatin."
Rê dirêj in lê ne dur in...
Îzlem Oktay a ji Luleburgazê jî wiha got: "Mirovên ku li vir dijîn parçeyekî me ne, ev ax parçeyekî me ne dema em tên vê derê divê em netirsin." Oktay anî ziman ku ji ber deng bide sangawaziyên ji bo gelê Geverê hatiye bajar û wiha berdewam kir: "Em ji bo ku piştgiriyê bidin dayik û zarokan hatin, em ji bo xwe hatin vir. Ji ber ku em li Stenbolê jî ne baş in. Tiştên ku li vir diqewimin dema ku dibînin xwîn ji hundirê me diçe em jî dixwazin tiştekî bikin. Rê dirêj in em ji riyên dirêj hatin lê rê nedur in. Hatine vê derê rehet e ji ber ku rê dikare bi rehetî bê derbaskirin."
'Ji Îzmîrê heta Deryaya Reş divê hemû kes bibînin'
Oktay destnîşan kir ku divê ji bo aştiyê hemû kes dest bidin hev, hemû kes vî xirakirinê bibîne. Oktay bilêv kir ku hinekî kurdî dizane lê ligel vê yekê jî dikare bi rehetî têkîliyekî xurt bi welatiyan re dayne û wiha got: "Divê hemû kes bên vê derê û bibîne, li vir bijîn. Ji Îzmîrê heta Deryaya Reş hemû ke bên vê derê ji ber ku me pêvajoyê ku bi hevre bûn jî jiyan kiriye."
'Ev roj jî dê derbas bibe'
Zale Karademîr jî bilêv kir ku li navçeyê pêdiviyên gel tespît kirine û wiha got: "Em piştgiriyê didin malbetên ku pêdiviyên wan hene. Piştî ku me tespît kir em diçin vê carê jî bi cih anî." Karademîr da zanîn ku tax bi tax digerin û pêdiviyan tespît dikin û ev tişt anî ziman: "Li vir ewil pêdiviya mirovan bi moralê heye, piştre jî zaxîre û cih heye. Bila her kes li ayileke ve bigire, bên piştgiriyê bidin." Karademîr gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bêguman dê derbas bibe, ev roj jî zehmet be jî dê derbas bibe."
(sa)