DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Divê Tirkiye rola kurdan bibîne

 
12 Hezîran
14:13 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya prtiya xwe de axivî, diyar kir ku gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke girîng in, divê ev rola kurdan ji hêla Tirkyeyê ve bê dîtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herênêm Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê li darxist.. Tuncel berî civînê bi çapenemiyê re axivî, der barê geşedanên dawî de agahî da. Tuncel aşkera kir ku gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke girîng in, di Rojhilata Navîn a nû teşe digire de rola kurdan gelekî girîng e.

Tuncel bi lêv kir ku kongreya wane awarte ya di 28'ê gulanê de hatiye li darxisitn, bersiva li hemberî êrîşan e û diyar kir ku di serî de Hevseroê Giştî Kamuran Yuksek, gelek endamên wan bi awayekî dij qanûnî di girtîgehê de ne.

Kulter li ku ye?

Tuncel da zanîn ku ew êrîşên li hemberî partiya xwe her dem tînin ziman, li ser rewşa rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter sekinî. Tuncel aşkera kir ku Kulter 17 roj e tu agahî jê nayê girtin û ev tişt got: "Em tu agahî jê nagirin. Divê Waliyê Şirnexê di vê derbarê de daxuyaniyê bide. Em dixwazin bi rêya vê civînê rewşa hevalê xwe biprisin. Em ji rewşa hevalê xwe bi fikar in. Bi windakirina Kulter re dê windahiyên nû bên kirin, vê peyamê dixwazin bidin."

Tuncel destnîşan kir ku desthilatdariya ku li hemberî muxalefetê bê çare maye, dest avêtiye şer û piştrast kir ku Tirkiye bi rejîmeke xanedanê re rû bi rû ye.

'Erdogan dest daniye ser vîna AKP'ê'

Tuncel têkiliya di navbera Erdogan û AKP'ê jî nirxand û wiha pêde çû: "Welat ji hêla AKP'ê ve tê bi rêvebirin. Serokomar dest daniye ser nîva AKP'ê. Desthilatdariyeke ji bo Erdogan xizmetê dike heye. Çandeke bîatê heye."

Tuncel li ser axaftinên Erdogan ên wekî "Ev têkoşîna ku bi mirovê yekemîn destpê kir, dê heta qiyametê bidome" bi bîr xist û wiha got: "Ev axaftina nîşaneya xanedaniyê dide nîşan. Dê gel ji van daxuyaniyan re nebêje 'er ê'. Ev axaftin dide nîşan dê mirin û zilim her berdewam bike." Tuncel der barê CHP'ê de jî axivî û got ku CHP ji bo AKP'ê bûye ava jiyanê.

'Dê hesab bidin'

Tuncel destnîşan kir ku kesên li Kurdistanê sûcê mirovahiyê kirine, dê hesabê vî sûcî bidin û axaftina xwe wiha dom kir: "Kesên ku sûcê mirovahiyê bi leşker û polîsan dan kirin, dê hesabê vî sûcî bidin. Tiştên li Nisêbîn, Gever, Cizîr û Şirnexê pêk hatin nayên qebûl kirin. Malên kurdên ku dibot 'welatiyên min' di serê wan de hilweşand."

Piştgiriya xwe xurt bikin

Tuncel banga piştgiriyê li gel kir û ev tişt anî ziman: "Civaka me meha Remezanê wekî meha piştgirî û hefdu fêmkirinê dibîne. Divê mirovên me piştgirî, zekat û fitrên xwe li cihên bûne hedefa hêzên dewletê re bişînin. Ya ji vê xebatê re pêşengiyê dike Komeleya Piştiriya ya Rojava ye. Divê hemû gelê me di vê alî de hestewar be."

'Berxwedanê mezin bikin'

Tuncel bi lêv kir ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin, divê li hemberî polîtîkayên şer rêxistinbûyîn bê xurtkirin û berxwedan bê mezinkirin. Tuncel got ku di vê pêvajoya ku êrîşên dewletê ew qas zêde bûne de, berxwedan gelekî girîng e û aşkera kir ku li hemberî hemû êrîşan jî ew dê demokrasî û azadiyê biparêzin.

'Teqes divê erdnîgariya Kurdistanê cidî bigirin'

Tuncel herî dawî da zanîn ku kurd li Rojhilata Navîn de hêzeke gelekî girîng in û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di Rojhilata Navîn a nû de, kurd nebin dê nebe. Divê di 100'emîn salvegera Sykes Pîcotê de erdnîgariya kurdan teqes li ber çavan bê girtin. Demokrasiya û pêşeroja gelê Rojhilata Navîn bi pêşeroja gelê kurd ve girêdayî ye."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN