Destpêkê ji gund, piştre ji navçeyê hatin koçberkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiya bi navê Gulistan Bayrak di salên 90'î de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kirin, piştî navçeya wan ji hêla hêzên dewletê ve bi êrîşên qirkirinê hat wêrankirin, vê carê jî koçî Mêrdînê kirin. Her çendî "qedexe hat rakirin" bê gotin jî qedexeya li bajêr didome. Bayrak bertek nîşanî qedexeyê da û aşkera kir ku ew dê teqes vegere Nisêbînê.
Bi hezaran welatî ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji hêla hêzên dewletê ve hatin koçberkirin, her çendî bê gotin "qedexe hat rakirin" jî gel ji ber qedexeya heyî bêzar e. Bi hezaran nisêbîniyên ji ber operasyonên qirkirinê koçber bûn, aşkera kirin ku ew dê dest ji cih û warên xwe bernedin.
'Min bîra Nisêbînê kir'
Gulistan Bayrak diyar kir ku hêj ew 5 salî bû, di salên 90'î de ji gundên xwe koçî Nisêbînê kirine, dixwazin demek ji ya din zûtir vegerin Nisêbînê. Bayrak ji ber qedexeya li ser Nisêbînê bi hevjîn û zarokên xwe re koçî Mêrdînê kiriye, aşkera kir ku tişta wê di salên 90'î de kişandiye, niha keça wê dijî. Bayrak diyar dike ko ew herî zêde keça xwe difikir e û ev tişt got: "Min gelekî bîra Nisêbînê kiriye, ez her dem tiştên li Nisêbînê diqewimin di televîzyonê de temaşe dikim."
'Tiştên min jiyan keça min jî jiyan kir'
Bayrak aşkera kir ku wê di salên 90'î de li gund dibistand dixwand û li gundê xwe koçber bûne û wiha got: "Dema me koçî Nisêbînê kir ez 5 salî bûm. Pir kêm tê bîra min. Tiştên ku min jiyan kirin keça min jî jiyan kir. Tiştên ku min nexwest keça min bijî hatin serê wê. Keça min jî ez jî dixwazim di demek kurt vegerim." Bayrak got ku qedexe çawa rabe ew dê berê xwe bide Nisêbînê.
(ms)