DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo kesên fam dikin û nikarin bi axivin Klawûza Axaftina Kurdî

 
11 Hezîran
09:23 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Nûçegîhanê DÎHA'yê Gokhan Altay ji bo kesên dibêjin "Em fam dikin, lê em nikarin bi kurdî bi axivin" klawûza axaftina kurdî amade kir û ji weşana AR'ê hat çapkirin.

Her çendî polîtîkayên pişaftinê ji hêla dewleta tirk ve bê meşandin jî ji bo pêşxistina zimanê kurdî xebat jî tên meşandin. Ji van xebatan yek jî xebata klawûza zimanê kurdî ye. Klawûza ji hêla nûçegîhanê ajansa me Gukhan Altay ve hatiye nivîsandin ji weşanên AR'ê derket, ev klawûz di axaftinên rojane de ji bo kesên kurdî diaxivi dê bibe çareserî.

Klawûza bêrîkê ya rojane

Pirtûk, ji ferheng û gramerekî zêdetir li ser axaftinên rûtîn ên rojane derdikevin. Her wiha di axaftina di navbera du hevalan bigire, ji pirskirina navnîşanekî wekî klawûzeke bêrîkê ye.

Armanc di hemû qada jiyanê de axaftia kurdî

Pirtûk ji derveyî hin agahiyan ji 52 beşan pêk tê, bi silavdayîn û hevdûnaskirinê estpê dike. Dema bi kesekî nû re hevdunaskirin tê kirin, çawa xwe û malbata xwe dayî nasî di klawûzê de cih digire, axaftinên zêdetir li ser gotobêjan tê kirin, hatine berhevkirin. Dema kesek biçe dermanxaneyê dê çawa bi kurdî derman bistîne, dema kesek ji bo cihekî bîbîne, navnîşan bi kurdî ji me bipirse, dê bi kurdî çawa navnîşan bê nasandin di klawûzê de cih digire.

Kesên kurdî dizanin û nikarin biaxivin

Di bingeha klawûzê de tişta esas hatiye girtin, zêdetir li ser gotinên rojane ku herî zêke kes têde ditengijin radiweste. Dema kesek bi hevalekî xwe re hevdu bibîne, dema bi kurdî dibêje "Em ê biçin kîjan dibistanê" gelek caran bersiva wê "Ez kurdî dizanim lê nikarim biaxivim" tê dayîn, li hemberî vê helwestê jî ev klawûz dibe çarerserî."

Xebateke girîng e

Mevlut Aykoç ê ku edîtoriya prtûkê kiriye, diyar kir ku ji bo ziman di aliyê nivîsê de bi pêş bikeve xebatên bi vî rengî girîng in û ji bo di aliyê hin zimanan de mirov bibe xwedî agahî, ji bo xwe bi pêş bixe xebatên amadekirina klawûzan di cih de ye.

(ms)







ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN