DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Cîranê Tirkiye yê nû dê Kurdistan be

 
10 Hezîran
09:06 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku dê xebata DBP'ê ya nû pêşxistin û rêxistinbûna xwerêveberiyên herêmî bin. Tuncel, bal kişand ser operasyonên Rakka û Minbicê û anî ziman ku piştî van operasyonan dê cîranê Tirkiye yê nû Kurdistan be.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, têkildarî zextên li ser DBP'ê û xebatên xwe yên pêşerojê bi DÎHA'yê re parve kir. Tuncel, anî ziman ku heta niha hevserokê wan Kamuran Yuksek jî di navde gelek endam, rêveber û şaredarên wan girtî ne û ligel vê yekê xebata siyaseta demokratîk û xwerêveberiyan berdewam dikin. Tuncel, anî ziman ku ji bo bibin bersîva pêvajoya ku li Kurdistan û Rojhilata navîn pêş dikeve dê li gorî pêdiviyên Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê xebatên xwe bimeşînin. Tuncel, da zanîn ku ji bo pêşeroja gelê kurd û xwerêveberiyên herêmî dê têbikoşin. Tuncel, destnîşan kir ku girtin, kuştin û zextên li ser endamên meclîsa wan û partiya wan pêş dikeve nikare bi wan gavan paşde bavêje û dê bêtir têkoşîn û xebatên xwe berdewam bike.

'Em dê xwerêveberiyê pêş bixin'

Tuncel, daxuyand ku DBP ji bo Tirkiyeyek din a demokratîk û bi edalet têdikoşe û dê li dijî feraset û hişmendiya yekperestiyê demokrasî, edalet û pir nasnametiyê pêş bixin. Tuncel, bilêv kir ku her çendî rastî astengî û êrîşên AKP'ê bên jî dê daxwaza gelê kurd a xweseriya demokratîk pêş bixin û xurt bikin. Tuncel, destnîşan kir ku ji ber DBP bi siyaset û modela xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiyê dike û li dijî pergalên din muxalefetiyê dike dibe hedef. Tuncel, anî ziman ku di vê pêvajoyê de mirov rastî îşkenceyan tên, serê wan dixin torbeyan,

'Dixwazin jinan bikin koleyên di malê de'

Tuncel, polîtîkaya îxtîdara AKP'ê ya li hemberî jinê jî rexne kir û da zanîn ku AKP dixwaze jinê di malê de heps bike û bike koleyê malê ya xwarin çêdike, zarokan mezin dike û karê malê dike û wiha got: "Bîrdoziya xanedaniyê" û "Bîrdoziya AKP'ê" yek e. Li hemberî vê hişmendiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk pêş xist. Birêz Ocalan jinê perçeyekî esasî yê çareseriyê dibine. Pergala yekperest dixwaze jinê bike kole. Serokomar Erdogan dijminê jinê ye. AKP polîtika dijminantiya jinê pêş dixe. Dixwaze hişmeniya mêr serdest be." Lê dijberî vê yekê jin dê mêrê kêm û nîv temam bike. Tuncel, da zanîn ku li Tirkiye 17 hezar û 500 winda hene û Tirkiye bi zanebûn peymana windayan a navneteweyî îmze nake.

Tuncel, herî dawî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Em wekî DBP'ê çareseriyê di azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dibînin. Azadiya Ocalan di heman demê de azadiya gelan e. Vîna gelekî di bin tecrîda giran de be, encama polîtîkayen şer in. Di çareseriya pirsgirêka kurd de misyona Brêz Ocalan gelek mezin e."

Cîranê Tirkiye yê nû dê Kurdistan be

Tuncel, herî dawî bal kişand ser operasyonên Rakka û Minbicê û anî ziman ku piştî van operasyonan dê cîranê Tirkiye yê nû Kurdistan be. Tuncel, da zanîn ku gelê kurd di nava Sûriyeya Demokratîk de dibe xwedî statu û got: " Operasyonên li Rakka û Minbicê ya li dijî DAİŞ'ê pir girîng in. Bêyî kurd Rojhilata Navîn ne pekan e."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN