DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Dê jin li hemberî êrîşên AKP têkoşînê mezin bikin'

 
10 Hezîran
09:04 2016

ENGÎN EREN

SÊRT (DÎHA)
- Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên xwe yên zayendî, hilweşandina exlaqî zêde kiriye û wiha axivî: "Ev xala faîzmê ya herî dawî ye, dê hemû êrîşên li hemberî jinê asayî bike. Dê jin li hemberî van êrîşan bibin bersiv."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê û di heman demê de Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, bal kişand ser gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "Jina ku dayikbûnê red bike, ew kêm e" û aşkera kir ku ev gotinên Erdogan xala zayendîbûnê ya ku hatiye dide nîşan. Konca bi lêv kir ku bi van gotinên Erdogan re kuştinên jinan tê asayîkirin.

'Ev hişmendî civakbûnê dikuje'

Konca aşkera kir ku AKP'ê li hemberî hemû nirxên civakê şer daye destpêklirin û ev tişt got: "Lê beşa herî zêde civakbûnê diparêze jî jin e. Li Tirkiyeyê têkoşîna jina kurd û berxwedana têkoşînê mijara gotinê ye. Ji bo wê jî divê jin têkoşîna xwe hêj mezin bikin. Sedema avakirina azadiya civakê, ji ber ku hêj faşîzmeke nîvçû heye, hêj komkujî tên meşandin."

Konca di dewama axaftina xwe de li ser komkujiyên li Kurdistanê jî rewestiya û got ku li hemberî van komkujiyan, qasî ku tê xwestin jinan têkoşîn nedaye, dê di qadên wekî kar, akademî û hunerê de li hemberî hişmendiyeke "nîvço mayî" stuyê xwe netewînin. Konca destnîşan kir ku di bin navê muhafazakariyê de kujeran mezin dikin û ev jî bi mînakên tacîz û tecawizên li Weqfa Ensarê pênase kir.

'Qesrê tecawiz asayî kirin'

Konca bi lêv kir ku bi rakirina destnedanên li ser wekîlên jin ên HDP'ê re, tê xwestin dengê jinan ê meclisê bê qutkirin, dê bi derxistina qanûnên li meclisê re çanda tecawizê bê asayîkirin. Konca aşkera kir ku ev pêkanînên wan ne carekî bi sedan caran pêk hatine û got ku ev dijminahiya li hemberî kurd, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û xwendekaran e.

'AKP gelekî tengijî ye'

Konca herî dawî da zanîn ku bi şerê li Qesrê tê meşandin re, pêşketin tê astengkirin, ev jî wekî tengijîna AKP'ê nirxand. Konca diyar kir ku ev faşîzm niha dixwaze ji xwe re deriyekî nû bibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi veşartina şer re mirinê, qanûn û polîtîkayan asayî dike. Ev xala herî dawî ya faşîzmê ye, hemû êrîşên li hemberî jinê asayî dikin. Dê jin jî ji van êrîşan re bibin bersiv."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN