DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Du cîhanên cuda û wêneyên kolektîf

 
10 Hezîran
09:01 2016

AMED (DÎHA) - Berhemê projeya bi navê "Ji hundir ber bi derve, ji derve ber bi hundir ve pireya wêneyan" li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tê pêşandan. 55 wêneyên ku ji hêla 55 wênekêşan ve hatiye kişandî û 55 girtiyanên ji 26 girtîgehan jî nirxandî, dê di navbera 11-25'ê hezîranê de li Amedê bê pêşandan.

Koma Wêneyan a Red û Koma "Hatiye dîtin-Gorulmuştur" di destpêka sala 2015'an de dest bi projeya "Ji hundir ber bi derve, ji derve ber bi hyndir ve pireya ji wêneyan" dan destpêkirin.

Proje cîhana xeyal û hizra kesên ji derve û kesên di girtîgehê de ku hevdu nas nakin, anîna gel hev. Destpêkê bi 55 kesên ji 26 girtîgehan re têkilî hat danîn û 55 wênekêş hatin hilbijartin. Piştî demekê 55 kesên girtî bi 55 wênekêşan re bûn heval, fikir û xeyalên xwe bi hev re parve kirin. 55 wênekêşan ji wêneyên ku kêşayîn yek hilbijartin û ji 55 girtiyan re şandin. Girtiyan jî li ser wêneyên wan hizrên xwe nivîsîn. Ev wêneyên ku hatîn kişandin bûn pireyek di navbera cîhana ji derve û di hundir de. Girtiyên ku hatîn hilbijartin bi giranî girtiyên sosyalîst û welatparêzên kurd in.

Bi komsepta şer re nameyên wan winda bûn

Projeya ku di destpêka sala 2015'an de hat destpêkirin, di dawiya sala 2016'an de bi dawî bû. Di vê demê de wênekêş, girtî ku komên ku proje dane destpêkirin bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Kompsepta şer ya ku li ser dîlên azadiyê hatiye destpêkirin, dibû sedem ku nêzîkatiyên keyfî yên rêvebiriyên girtîgehan û cezayên têkiliyê li dîlên azadiyê dihatin birîn. Ev nêzîkatî û şer bû sedem ku gelek caran nameyên ji girtiyan re biçin, winda bibin.

Bi vê xebata kolektîf re di navbera cîhana derve û hundur de, têkiliyek hat danîn.

Dê fotografên bûyîn pir, ber bi Ewropayê ve biçin

Wêneyên ku wênekêşan kişandin û girtiyan jî nirxand, ji bo pêşangehe hatin amedekirin. Pêşangeh li Stembol, Mêrsîn, Edene, Riha û Êlihê hatin pêşandan, dê di navbera 11 û 25'ê hezîranê de jî li Amedê bê pêşandan. Piştî Amedê, dê li bajarên Tirkiyeyê bên pêşandan, herî dawî dê li Ewropa yê bên pêşandan.

Di navbera 11-25'ê hezîranê de li Galeriya Hunerê ya Sumerparkê ya Amedê dê di saet 15.00'an de bên pêşandan.

(bî/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN