HDP dê niha çi bike?
HAYRÎ DEMÎR
ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê û hiqûqnas Mîthat Sancar, têkildarî zagona darbeyê û pêşeroja HDP'ê axivî. Sancar, da zanîn ku dê di nava her şert û mercî de xebatên partiyê û siyasetê berdewam bikin heta bên girtin jî dê meclîsê terk nekin.
Bi daxwaza AKP'ê zagona destnedayîna wekîlan hat rojeva meclisê û bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê ji bo rakirina destnedayînê zagon hat erêkirin. Piştî zagon hat erêkirin û AYM'ê jî destûr da, Serokomar Erdogan jî guhertina zagonê erê kir û rêya darizandinê li pêş wekîlên HDP'ê vebû. Di meclîsê de herî zêde der barê wekilên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin. Heta niha der barê 152 wekîlan de fezleke hat amadekirin. Der barê 55 wekîlên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin û dixwazin HDP'ê di meclîsê de bê deng bikin. Der barê 152 wekîlan de 800 fezleke hatin amadekirin û 510 fezleke aydî HDP'ê ne. Piştî zagon di rojnameya fermî de hat erêkirin, divê Komîsyona Dadê û Qanûna Esasî, dosyayên fezlekeyên ên li Serokatiya meclîsê, Serokwezîrtî û Wezareta Dadê herî dereng heta 15 rojan teslimî dozger û rayedarên eleqeder bike. Piştî vê yekê dozger dê dest bi lêpirsînê bikin û pêvajoya darizandinê dest pê dike. Ger ku Li gorî rewşa dawî ger ku hêjmara wekîlan ji sedî 5 vala bibe ango 28 wekîl ji peyvirê bên girtin divê hikûmet heta 3 mehan biçe hilbijartinê.
Meclîsê terk nakin
Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê û hiqûqnas Mîthat Sancar, têkildarî zagona darbeyê û pêşeroja HDP'ê axivî. Sancar, da zanîn ku dê di nava her şert û mercî de xebatên partiyê û siyasetê berdewam bikin heta bên girtin jî dê meclîsê terk nekin. Sancar, anî ziman ku berî her tiştî ji bo betalkirina vê zagonê dê hemû rê û rêbazên hiqûqî bikar bînin û li her derê têkoşîna hiqûqî bidin. Sancar, da zanîn ku ji duh ve pêvajoya darizandinê dest pê kir û ew dê wekîlên HDP'ê bi xwe neçin îfadeyê nedin. Sancar, lê li gel hemû astengî û bendan li qadan di nava gel de siyaseta xwe ya demokratîk berdewam bikin. Sancar, destnîşan kir ku dibe girtin jî çê bibe, lê ew bên girtin jî dê li girtîgehê jî têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Xebatên me dê dîsa wekî berê berdewam bikin. Em dê li her derê di ber xwe bidin Em tedbîrên taybet nagirin. Em dê bi du rêyan serî li DMME'ê bidin. Rêbazek serlêdana tetakesi ye. Serlêdana din jî wekî HDP em dê serî lê bidin. Ji bo AYM'ê jî mafê me yê serlêdana tekakesî heye. Em dê hemû mafên xwe yên serlêdanên hiqûqi bikar bînin. Em her tiştî ji hiqûqê jî hevî nakin. lê wekî perçeyekî têkoşînê em digirin dest."
Em dê bo serlêdana 110 wekîlan imze vekin
Sancar, da zanîn ku ji bo serlêdana betalkirinê pêdivî bi îmzeya 110 wekilan heye û ji bo vê yekê dê metnê îmzeyê vekin. Sancar, anî ziman ku hêjmara wan 58 wekîl in û ji bo temamkirina hêjmara 110'an dê bixebitin. Sancar, têkildarî helwesta CHP'ê jî anî ziman ku CHP'ê ji fermandariya giştî ferman girtiye û Serfermandariyê ji CHP'ê xwestiye ku rê li pêş erêkirinê negirin.
Sancar, herî dawî da zanîn ku ger wekîl bên girtin, tundî dê zêdetir bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Me pêvajoya 1994'an dît. Rewşa têkoşîna kurdan li holê ye. Li cihê ku rê li pêş çareseriya siyasî tê girtin tunî zêde dibe. Ger ku wekîl bên girtin tê alozî, tundî û binpêkirina mafan jî zêde bibe. Em bên girtin jî dîsa em dê têkoşîna siyaseta demokratîk û têkoşîna aştiyê berdewam bikin."
(mae)