Li Îsraîlê êrîş: 4 kes mirin 6 kes birîndar bûn
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gor agahiyên çapemeniya Îsraîlê, çend kesên çekdar êrîşê bazareke giştî ya bi navê Sarona li bajarê Tel Avivê kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Tel Avivê li hemberî bazara giştî êrîşa çekdarî pêk hat, di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Midûrê Ewlehî yê Tel Avîvê êrişa çekdarî wekî ‘bûyereke cidî û terorî' bi nav kir. Hat aşkera kirin ku êrîşa çekdarî rasterast Îsraîlî hedef girtiye. Polêsê Îsraîlê ragihand ku di encama êrîşê de 4 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan ji 6 kesên birîndar 3 jê rewşa wan giran e.
Li gorî nûçeya BBCyê, polêsê Îsraîlê aşkera kirine ku 2 êrîşkar ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin û lêgerîna kesekî berdewam dike.
(ms)