Bedena me jî jiyana me jî ya me ye, êdî hiş bin!
ÎZMÎR (DÎHA) - Jinên ciwan ên Îzmîrê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Jinên ku dayikbûnê red dike kêm e, nîvco ye" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku îsyana jinan dê li kolanan bidome. Jinan bi gotina "Êdî hiş bin. Bedena me jî jiyana me jî ya me ye" hêrsa xwe nîşandan.
Jinên ciwan ên Îzmîrê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Jinên ku dayikbûnê red dike kêm e, nîvco ye" nerazîbûn nîşan dan, bang li hemû jinan kirin xwestin li dijî êrîşên dewletê yên aqilê zilam xwe rêxistin bikin û parastina cewherî pêk bînin.
'Li dijî aqilê Erdogan ê çaryek parastina cewherî'
Aktîvîsta ODGK'ê Betul Unsal diyar kir aqilê zilam jinan dike hedef û wiha axivî: "Rayedarên dewletê her carê êrîşên zayendî, qatlîam, mirin û betaliyê li ser bedana jinan û zayokiyê dixwazin ji rojevê derxînir." Unsal anî ziman ku ew ê li dijî tune hesibandina jinan ku pêşengên civaka exlaqî û polîtîk in li ber xwe bidin û wiha berdewam kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî aqilê çaryek ê Erdogan parastina cewherî bikin."
'Divê Erdogan bêdeng be'
Aktîvîsta OGK'ê Gozde Sivaslioglu jî anî ziman ku ev gotinên yeke ên Erdogan nîne jin dê li hemberî van gotinan li kolanan bin û wiha got: "Zarok anîn jî, kurtaj jî biryara e ye. Ew nikarin biryarê bidin. Divê Erdogan êdî nexave û hiş be."
Sivaslioglu got ku ew ê li kolanan bin, li her derê li ber xwe bidin, li hemû eniyan dengê xwe bilind bikin, bi xurtkirina gotinên Erdogan li kolanan berxwedanê xurtir bikin û bi vî rengî bersivê bidin.
Amtîvîsta DKH'ê Ceren Çalik jî got ku nasnameya jinan tune tê hesibandin, li ser dayikbûn û hevserbûnê tên pênasekirin. Çalik bilêv kir ku ew rolên ku sîstemê afirandiyê red dikin, kurtaj çawa mafek e, zarok anîn jî wisa ye, tercîheke şexsî ye, di însafa dewletê de nîne. Çalik bilêv kir ku jin çawe dixwazin bijîn ewê biryarê bidin, ya ku ew bikin xwe rêxistinkirin û li dijî sîstemê têkoşîn dayîn e, rêxistinbûnê dê azadiyê bîne.
Endama Kolektîfa Jinê ya Zanîngehan Tuana Uguz jî wiha axivî: "Li dijî Tayyîp Erdogan û AKP a ku tecawizkaran diparêze jinan çawa mafê kurtajê parastin îro jî dê li dijî yên ku dibêjin 'jina ku nebûye dayik kêm e, nîvco ye' têbikobin. Êdî bêdeng bin jin dê biaxivin. Ji zanîngahan îsyana me dê li li kolanan belav bibe. Bedena me jî jiyana me jî ye me ye.
(sa)