DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Bêfikar piştgirî da kampanyayê

 
9 Hezîran
09:01 2016

WAN (DÎHA) – Sevîlay Bayri ya ku li Wanê kuafor e, ew bixwe jî di temenê biçûk de hate zewicandin, ji ber vê yekê jî piştgirî da kampanyaya "Em serê bûkên temenê wan ji 18 salî biçûk in û traşa zavayan nakin" dan destpêkirin. Bayri ya ku di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin wiha got: "Piştî ku min dan zewicandin rojeke piştre ji bo ku bilîzim derketim kolanê lê xwesuya min li pey min derket û gotina 'êdî tu zarok nînî, tu zewicî ye, mêrê te ye' bi kar anî û min bir malê."

Li Wanê Sevîlay Bayri (31) ya ku di temenê biçûk de di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin piştgirî da kampanyaya Koperatîfa Pîşesazî û Çandê Hawirdorê ya Jin Jiyanê (YAKA-KOOP) ya "Em serê bûkên temenê wan ji 18 salî biçûk in û traşa zavayan nakin" dane destpêkirin. Bayri ya di 12 saliya xwe de bi kesekî jê 15 salan mezin e hatiye zewicandin ligel ku 31 salî ye jî dayika 9 zarokan e. Bayri ya ku piştî ku zewicî mecbûr ma li zarok, xwesû û xezûrê xwe binêre dest bi xebatê kir wiha got: "Piştî ku min dan zewicandin rojeke piştre ji bo ku bilîzim derketim kolanê lê xwesuya min li pey min derket û gotina 'êdî tu zarok nînî, tu zewicî ye, mêrê te ye' bi kar anî û min bir malê."

Bayri destnîşan kir ku jiyana wê pir zehmet e û ev zehmetiyan jî bi zewaca wê ya bi temenê biçûk de dest pê kiriye û wiha axivî: "Ez hêj biçûk bûm. Min lîstik dilîst dayika min hat cem min û bi gotina 'keça min êdî tu dergîstî bûye, zewicî ye. were malê êdî lîstik tuneye' min bir malê. Min tiştek fêm nekiribû. Ji ber ku biçûk bûm jî min xwe neparast û bêdeng mam." Bayri anî ziman ku piştî zewiciyê jî lîstîkên xwe berdewam kire dema ku ji bo bilîze dermeve derve vê carê jî xwesuya wê jê re gotina "êdî tu ne zarok î, tu zewicî ye, hevserê te heye, nikarî derkevî kolanê bilîzî" bi kar aniye.

'Nedihiştin ez li kolanê bilîzim'

Bayri destnîşan kir ku piştî ku ew dane zewicandin xwestiye li kolanan bilîze lê destur nehatiye dayîn û wiha got: "Digotin tu zewicî ye, ez gelek xemgîn dibûm. Ji ber ku min dixwest weke hevalên xwe bilîzim di temeneke ku berpirsyariyê bigirim de nebûm."

'Hê jî min ew psîkolojî derbas nekiriye'

Bayri da zanîn ku tu mantiqa zewicandina zarokeke di wî temene de nîne û û wiha berdewam kir: "Hê jî ez fêm nakim malbatê çawa di 12 salî de min da zewicandin. Zarokek di wî temenê de çawa dikare berpirsyariyê bigire. Min tiştek nedizanî û pir neçar bûm. Hê jî min ez psîkolojî derbas nekiriye, ez ê qet nikarim derbas jî bikim."

'Min dixwest bi pêlîstokan ve bilîzim lê zaroka min çêbûbû'

Bayri di 14 saliya xwe de bûye dayik û têkîldarî vê jî wiha axivî: "Hêj ez mezin nebûbûm lê min zarok anî. Xwedîkirina zarokê ji bo min gelek zehmet bû. Xeyalên min û tiştên ku min jiyan dikir berovajî hevbûn. Ez bi tiştên biçûk ve kêfxweş dibûm. Min dixwest bi pêlîstokan ve bilîzîm lê hatibûn qedexekirin. Ji ber ku ez zewicî bûm."

31 salî ye 9 zarokên wê heye

Bayri got ku zehmetiyên ku kişandiye tenê zewaca di temene biçûk de nîne û wiha pêde çû: "Bêguman hemû tişt bi vê re derbas nebû. Li pey hev min zarok anî. Niha 31 salî me lê 9 zarokên min hene."

Daxwaz qebûl kir

Bayri ya ku hevserê wê naxebite ji ber vê jî di 21 saliya xwe de dest bi xebatê kirine di heman demê de çûye kursa xwendin û nivîsandinê, piştî ku hînî xwendin û nivîsandinê bûye çûye kursa kuaforiyê û sertîfika girtiye. Bayri 8 sal in li dikana xwe kuaforiyê dike. Bayri daxwaza piştgirî dayîna kampanyaya YAKA-KOOP bêyî ku bifikire qebûl kiriye. Bayri herî dawî wiha got: "Divê malbat tu caran zarokên xwe nedin zewicandin. Jinên weke min divê pirsgirêkên ku dijîn li ber çavên xwe derbas bikin û zarokên ku ji pêlîstokan mexrûm nekin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN