DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karker jî di dorpêça şerê desthilatdariyê de ye

 
8 Hezîran
14:41 2016

STENBOL (DÎHA) - Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser jingeha kedê û li ser binpêkirinên mafan sekinî. Di daxuyaniya ÎHD'ê de hat diyar kirin ku desthilatdarî çawa li hemberî gelan şer dabe destpêkirin, li hemberî çîna karkeran jî heman polîtîka tê meşandin.

Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser jîngeha kedê, bê sîgorteyî, bêqadrotî, bêewlehî û kolekirina karkeran, li avahiya komeleya xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komîsyonê Osman Ozkan daxuyanî xand û aşkera kir ku şerê li hemberî gelan çawa bi awayekî qirêj tê meşandin, li hemberî karkeran jî tê meşandin.

Ozkan bi lêv kir ku zextên li ser karkeran bi vê jî ne sînor e û zextên li ser karkeran wiha rêz kir: "Ev kes bêsîgorte, ji derveyî qeydkirinê xebat, zextên li cihê kar li hemberî karkeran derdikevin holê, bi hemû pêkanînan berdewam dike."

Ozkan di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku îcraeta herî dawî ya hikûmetê jî "karkerê kirêkîrî" ye û piştî hat erêkirin û ket meryetê, Tirkiyeyê mafên sendîkayî yê li gorî hejmarên 87 û 98'an a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) binpê kiriye, bi erêkirina qanûnê re di gelek aliyan de maf hatin binpêkirin.

Ozkan diyar kir ku li gorî rapora Komîsyona Jiyana Kedê, karsaz bi gefên derxistina ji kar an jî bi vî şeklî gef li wan xarin, wan di binê zextan de dihêle û herî dawî nedana heqdestên karkeran jî wiha rêz kir: "Ev 4 meh e maeşên karkerên li Zonguldagê nayên dayîn, tenê beşeke xerçkirinê didin wan û bi vî şeklî dem tê derbaskirin. Li ocaxa Madena Ermenekê ya ku 18 karkeran têde jiyana xwe ji dest da, ev 4 meh e 75 karker nikarin maeşên xwe bigirin. Fîrmaya ku navenda wê li Dîlokê ye, ev salek e heqdestê karkeran nade wan. Fîrmaya Nokîayê qasî 10-15 hezar karker ji kar avêt. Karkeren kozmetîkê yên Avonê ji ber ku bûn endamê sendîkayê, 8 kes ji kar hatin derxistin. Li sanayîa Manîsayê 13 karkerên fabrîqeya hesin a TOR'ê ji ber ku endamên Bîrleşîk Metal Îşê ne ji kar hatin avêtin."

Ozkan aşkera kir ku li gorî Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG), ji ber demdirêjiya kar û bi vê ve tengezariya ku xwe dide der, di nava 40 mehî de 392 karkeran xwîn herikiye ser mêjiyê wî û krîza dil derbas kiriye. Ozkan da zanîn ku di meha gulanê ya 2016'an de herî kêm 119 karkeran, di 5 mehê dawî de 707 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ozkan bi lêv kir ku divê mafên karkeran bê parastin û hurmen ji mafên mirovan re bê nîşandan.

Piştî axaftinan mafê axaftinê endamê Komîsyona Jinaya Xebatê ya ÎHD'ê Zafer Cengîz girt û destnîşan kir ku divê sendîka ji bo têkoşîneke demdirêj rêveberiyekî hilbijêre û ji bo mirinên kar bên rawestandin xebat bê meşandin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN