DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji 800 fezlekeyan 510 aydî HDP'ê ne

8 Hezîran
09:47 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokomar Erdogan zagona destnedayînê erê kir û ev biryar di rojnameya fermî de hat weşandin. Heta niha jê 55 wekîlên HDP'ê bi giştî der barê 152 wekîlan de 800 dosyayên fezlekeyan hatine amadekirin û jê 510 dosya aydî HDP'ê ne.

Serokomar Erdogan zagona destnedayînê ku wekî "zagona darbeyê" tê bi navkirin şevê din erê kir û bi lez û bez di rojnameya fermî re hat derbas kirin. Heta niha der barê 152 wekîlan de fezleke hat amadekirin û herî zêde der barê wekîlên HDPê de fezleke hatin amadekirin. Der barê 55 wekîlên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin û dixwazin HDP'ê di meclîsê de bê deng bikin. Der barê 152 wekîlan de 800 fezleke hatin amadekirin û 510 fezleke aydî HDP'ê ne. Li gorî rewşa dawî ger ku hêjmara wekîlan ji sedî 5 vala bibe ango 28 wekîl ji peyvirê bên girtin divê hikûmet heta 3 mehan biçe hilbijartinê. Der barê 55 wekilên HDP'ê de 511, der barê wekilên CHP'ê de 211 amadekirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN