DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bi wêneyan qêrînên nayê bihîstin dibihîzîne

 
8 Hezîran
09:07 2016

STENBOL (DÎHA) - Wênesaz Bêrîtan Can ku bi firçeya xwe bajarê hilweşandî û kesên di êrîşên rawşe avarte de hatin qetilkirin xêz dike da zanîn ku ew bi wêneyên xwe qêrînên nayê bîhîstin dibihîzîne.

Wênesaz Bêrîtan Can bi wêneyên xwe êrîşên li bajarên kurdan pêk tê, dîroka tê tune kirin, jiyana kesên bi darê zorê hatin koçberkirin û kesên hatin qetilkirin vedibêje. Can a mînareya Çar Ling û kesên cenazeyên wan li Sûrê bi rojan ma xêz kir di heman demê de bi wêneyên xwe behsa berxwedana navçeya Sûrê ya Amedê hat meşandin jî vegot. Herî dawîn Can bi wêneyê ku Îlhan Çomak ê ev 22 sal in girtî ye û birayê wê di ji girtîgehên Stenbol û Amedê derdikeve hev hembêz dikin hat rojevê.

Serpêhatiya wêneyên Can a li Amedê hat dinê di rojên zarokatiya wê de dest pê kiriye. Ji ber hezkirina xwezayê jî di ciwaniya xwe de wêneyên xwezayê xêz kiriye. Can di serî de li Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeh Mêrsînê niha jî hunera xwe li Êlihê berdewam dike. Di rojên dawîn de jî bi teybetî di medyaya civakî de hunera Can derdikev pêş û li pişt her coş û hestiyarîyê de navên Can derdikeve pêş.

‘Êşan bi xêzkirinê nîşan didim’

Can destnîşan kir ku şerê pêk tê li ser wê gelek bandorek neyînî çêdike û bi taybetî li ser navçeya Sûrê sekinî. Can anî ziman ku ew bi rojan e bi agahiyên mirinê hişyar dibe û ew jî qêrîna ji wan bajaran nayên bîhîstin bi wêneyên xwe dide bihîstin. Can da zanîn ku ew bi hêza hunerê bawer e û wiha berdewam kir: “Bûna dengê êşê girîng e lê ew qas jî zehmet e. Divê zêdetir rewşenbîr deng derbixin. Hêj ev deng gelek qels e.”

‘Gel baweriyê dide û ez jî xêz dikim’

Can diyar kir ku ew ligel hemû rewşa neyînî hêviyên xwe diparêze û wiha pê de çû: “Heke hêvî tune be ne jiyan ne jî berxwedan dê hebe. Ji zarokên hêj çênebûyî bigirin heta kal û pîrên 80 salî dikujin. Bedena wan jî bi rojan li erdê dimînin. Ev hemû bûn sedema birînên kûr. Ji bo min ya girîng jiyana mirovan e. Lê bi jîna bi nirx, azad… Ji ber vê jî ev gel baweriyê dide min û ez jî wan xêz dikim.”

‘Reyhan Çomak keseke bi coş e’

Can behsa wêneya xwe ya Îlhan Çomak ê 22 sal in girtî ye û birayê wî yê girtî vedibêje jî kir. Can got ku ew xwişka Îlhan Çomak, Reyhan Çomak re hevaltiyê dike û demek jî di girtîgehê de mane. Can ragihand ku wê dema Reyhan Çomak bi riya SEGBÎS’ê bi Îlhan Çomak re diaxivî û jê re “Ez ji te hez dikim” gotibû xêz kiriye. Can bi lêv kir ku ew hêj di bandora wê kêliyê de ye û wiha axivî: “Ez ê her di şerê berdewam dike de bibim dengê kesên li pey keda xwe ne û bibim dengê wan.”

(gka/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN