DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Mêrsînê: Erdogan bê aqil e

 
8 Hezîran
09:02 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Piştî Serokomar Erdogan bi daxuyaniyen wekî "Jina ku dibêje ez dixebitin û xwe ji dayikbûnê dûr dixe, ya rast jinbûna xwe înkar dike" û heqaret li jinan kir, bertekên li hemberî Erdogan jî zêde bûn. Herî dawî jinên Mêrsînê bertek nîşanî Erdogan dan û aşkera kirin ku jin jinin, tişta kêm aqilê Erdogan e. Seroka Komeleya Jinên Serbixwe Ayla Oran Erciyes diyar kir ku ev hişmendî jinê wekî tekakesî digire dest.

Gotinên Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên ku jinê piçûk dixe bi dawî mabin. Herî dawî Erdogan di pîrozbahiyên TURGEV'ê de dîsa bi gotinên xwe yên qirêj êrîşê jinan kir û diyar kir ku "Jinên ku dibêjin ez dixebitim û xwe ji dayikbûnê dûr dixe, jinbûna xwe înkar dike" jinan bertek nîşanî van axaftinên erdogan da û xwest der barê jinan de biryarê netire.

Seroka Komeleya Jinên Serbixwe Ayla Oran Erciyes, bal kişand ser desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan û aşkera kir ku heta biha gelek caran gotinên ku jinê piçûk dixe ji hêla Erdogan û AKP'ê ve hatine bi kar anîn û ev tişt got: "Mêrê ku dixwaze di aliyê civakî an jî di aliyê zayendî ve li ser jinê desthilatdariya xwe bide avakirin û ji ber wê serdestiya xwe wekî cudahiyekî li ser jinê dide ferzkirin. Bi van gotinan şidet tê teşwîqkirin."

Erciyes da zanîn ku wan heta niha gelek caran gotinên bi vî rengî bihistiye û got ku jin di makeqanûnê de jî wekî welatiyên wekhev nayên hesibandin. Erciyes piştrast kir ku jin ji merhameta mêr re tê hiştin û ew vê merhametê çiqasî kûr e baş dizanin, ew jî bi kuştinên jinan de xwe didee der.

'Dixwazin jinê di malê de hepis bikin'

Hevberdevka HDK'ê Dîdar Gul jî Serokomar Erdogan wekî berdevkê mêrê serdest pênase kir û bal kişand ser gotinên Erdogan ên ku jinê piçûk dixe û wiha pêde çû: "Tişta rast ne jin kêm e, aqilê wî yê kêm e. Jin her dem di malê de bi dayikbûnê tê hepiskirin. Tu carî jinê bi mêr re wekî hev nabînin û bi vê nêzikatiyê wan mehkûmê malê dikin."

‘Em dê têkoşîna xwe bidomînin’

Aktîvîsta KJA'yê Çîgdem Goksoy jî destnîşan kir ku di 13 salên desthilatdariya AKP'ê û Erdogan de ew her dem bi gotinên piçûk xistina jinan re rû bi rû mane û piştrast kir ku AKP dixwaze jinê di malê de hepis bike. Goksoy bi lêv kir ku pîrozkirina jinê ya ji hêla Erdogan ve û bi pesandina Quranê re, Erdogan dixwaze li ser kêmasiyê xwe bide girtin û da zanîn ku divê li hemberî vê polîtîkayê hêj zêdetir têkoşîn bê mezinkirin. Goksoy bang li jinan jî kir û got ku di serdema herî zêde jin bi tacîz, tecawiz û şidetê re rû bi rû dimînin de, divê ji her demê zêdetir li qadan azadiya jinê û azadiya civakê bê qêrin û têkoşîn bê dayîn.

‘Plana malbatî di binê makeqanûnê de ye’

Seroka Şaxa Yekitiya Tabîbên Tirk a Mêrsînê Ful Ugurhan, diyar kir ku ew her roj bi polîtîkayên dijminane yên AKP'ê re rû bi rû ne û da zanîn ku tenê nêrîneke desthilatdariya Serokomar Erdogan heye, ew jî dayikbûnê li ser jinan dide ferzkirin. Ugurhan di dewama axaftina xwe de got ku ew wekî bijîşkekî bi salan e divê çawa kuştinên jinan bên rawestandin û tenduristiya jinê çawa pêk bê girîngiya plana malbatê derdixin pêş û ev tişt anî ziman: "Bi gelek rêbazên cuda jin hêj zêdetir gihiştin tenduristiya xwe. Mirinên dayikan kêm bûn." Ugurhan herî aşkera kir ku gotinên Erdogan ên der barê plana malbatê de ji derveyî makeqanûnê nirxand.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN