Demîrtaş: Ji ber feraseta serokomar mirin diqewimin
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî û têkîldarî çalakiya li dijî wesayîta leşkerî ya li Stenbolê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "HEta qiyametê dê ev mirin çêbibin" nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş ê nirxandina "Ji ber vê ferasetê mirin diqewimin" kir bang li partiyên ku di meclîsê de komên wan hene jî kir û xwest ji bo rawestandina xwînê bên cem hev.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel beşdarî merasîma vekirinê ya avahiya xizmetê la Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bûn. Jibilî hevserokan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak û Hevşaredarên Yenîşehîrê û gelek welatî beşdar bûn.
Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baştan axivî û diyar kir ku ev avahiya xizmetê ne tenê avahiya şaredariyê ye mala gel e. Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu jî bilêv kir ên ku rêveberiyên herêmî bi cih bînin ew ih ew ê di vî axahiyê de xizmeta herî baş bidin gel.
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak axivî û diyar kir şaredarî cihê xebatê yên gel e Şaredariya Yenîşehîrê dê performanseke mezintir xebatên xwe di avahiya nû de bidomîne.
'Em ji ber xebatên xwe yên demokrasiyê dibin hedef'
Di vekirinê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî ya di nava demokrasiyê de û wiha got: "Em bi perspektifa azadiya jinê, xebatên demokratik dimeşînin. Şaredariyên me xebatên demokrasiyê dimeşînin. Zêdeyî 20 hevşaredarên me girtî ne. Bajar tenê ji avahiyan pêk nayê. Karê me em demokrasiyê pêş bixin. Ji ber ku em xebatên demokrasiyê dimeşînin û qadê ji yên din re teng dikin em dibin hedef.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û teqîna Stenbolê axivî.
Berfirehiya axaftinên Demîrtaş wiha ye:
"Xwazî em di nava vê erdnîgtariya xwe de bi awayekî ewle û aram me jiyan bikira. Em dê îro yek jî van saziyan vekin. Lê dema em vêkirina vê dikin, li her derê welatê me cenaze tên. Şidet ji hêla tu kesî ve meqûl nayê dîtin. Dema siyaseta demokratîk peywîra xwe bîne cih, dê hikûmet tenê bi dayreya dewletê re sînor bimîne wê demê şidet dê zêde be.
Serokomar der barê teqîna li Stenbolê de diyar dike ku dê 'heta qiyametê wiha be.' Heke îro bombe diteqin û mirov jiyana xwe ji dest didin sedema vê yekê ev hişmendî ye. Mirin emrê xwedê ye, lê berpirsyariya vê yekê siyaseta tê kirin e. Ne heta qiyametê. Em ne qedera me ye. Divê aştî sibê pêk bê. Divê heta qiyametê şer dewam neke. Divê em welatê xwe ji şer nedin hîmkirin. Li welatekî cuda serokwezîr û serokomarek dema bêje 'dê heta qiyametê şer bidome' dê ji bo îfadeyê bangî wî bê kirin.
'Kesê nerazîbûn nadin nîşan gunahên wan gelek e'
Dest, mil, rû û heta qirika xwe di nava xwînê de ye, bi girtina rojnameger û akademîsyenên ku aştiyê dixwazin dê heta qiyametê şer berdewam bike? Ev şer dê heta qiyametê berdewam neke. Divê her kesê li vî welatî aştiyê dixwazin, mil bidin hev û li dijî vê hişmendiya ku dema xwînê dibîne xwîn tê rûyê wî têbikoşe. Dê qesir hilweşên. Ew roja ku ew biçe dê aştî bê vî welatî.
Kesê li hembarî aştiyê serokomar e. Ji aştiyê re tehmûla wî tune. Dema cenaze nebin tevata wî nayê. Dema xwîn nerije dê mirov pirsan bipirsin. Dema xwîn nerije dê diz û nerêlitî derkeve holê. Divê her roj cenaze bên ku nelêrêti neyên rojevê. Ji bo vê dixwazin xwîn birije. Kesên ji vê yekê re nerazîbûn didin nîşan gunê wan giran e.
'Di maqakê çareseriyê de îxtîdar heye'
Ger ku dê heta qiyametê em hev bikujin, ger ku dê li Cizîr, Nisêbîn, Sûrê şer bidome û xerakirin dê bidome, wê demê tu çima di wê koltukê de rûniştiye. Qanûna Esasî erka aştiyê daye te. Divê tu aştiyê pêk bîne. Lê em dibînin ruyê te di nava xwînê de maye. Yê şer rawestîne tu ye, ne Besê Hozat û Cemîl Bayik e. Yê li miqamê çareseriyê rûniştiye îxtîdar e. Em dikarin bêjim çima PKK ranawestîne. Li aliyekî tu dibêje rêxistina terorê, li aliyê din tu wan muxatab nagire. Tu her tiştî dixe situyê PKK'ê
Berpirsiyarê xwînrijandinê hikûmet e. Yê ket hilbijartinê ne PKK bû. Yê qanûnê rast bike ne PKK ye. Berpirsiyarê şer û hemû tiştî îxtidar û AKP ye. Yê hesabê vî şerî û vê wêrankirinê bide jî dîsa hikûmet e. Karê me em hesab ji we bipirsin. Dema bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin ruyê her kesî bi ken bû. Em dipirsin, aştiyê serkeftin anî an şerê niha serkeftin anî? Bajar wêran bûn. Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn û Sûr wêran bûn.
Em wekî HDP'ê dê hesabê vê yekê ji we îxtîdarê bipirsin. Em dê heta dawî ji bo aştiyê têbikoşin.
(mae/sa/ms)