Demîrtaş: Bawernameya wî tune be ew nikare bibe serokomar
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew dê der barê Serokomar Tayyîp Erdogan de ka bawernameya wî heye an na, dê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bidin. Demîrtaş got, "Heke bawernameya wî ya dibistana bilind tune be, ew nikare bibe serokomar. Qanîn wiha dibêje. Heke wî dibistana bilind xilas nekiribe û vê yekî piştrast neke, dê serokomartiya wî bikeve."
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, berî civîna Lijneya Bilind a Navendê ya partiya xwe, li ber avahiya navndî pirsên çapemeniyê bersivandin.
Nirxandinên Demîrtaş ên der barê rojevê de wiha ne:
"Li tu welatî wekî welatê me serokomar mudaxaleyî bedena jinê û vîna jinê nake. Jineke ku dê bibe dayin an nebe dayik, biryar bi giştî di destê wê jinê de ye. Ne hevjînê û ne jî bavê dikare der barê wê de biryarê bide. Biryar ya jinê ye. Çend zarokên te hene. Mirov çiqasî bixwaze dikare ew qas bibe xwediyê zarokan. Siyaset nikare di vê der barê de biryarê bide. Jin di vê warî de gelekî bi bertek in. Ev mijar bi olêvê girêdan jî durûtî ye. Di kîjan pirtûka pîroz de tê gotin dê ev qas zarok bên kirin.
Tirkbûyîn bi xwînê ve girêdayî ye, serokomar vê yekê dibêje. Bila bixwe testa xwînê ji bo xwe bike ka dê çi derê em gelekî meraq dikin. Li gorî me, li ser xwînê pênasekirina xwînê hişmendiyeke gelekî paşvemayî ye. Kes xwe çawa pênase bike werê ye. Serokomar beyî ku bitirse hişmendiya xwe ya nijadperest radixe holê.
Hikûmeta ku difikire divê kurd bên rehabîlîtekirin, divê em hikûmeta bixwe bê rehabîlîtekirin. Ya rast divê hikûmet bê rehabîlîtekirin. Ez hêvî dikim ku dema van xebatan dike, dê bixwe rehabîlîte be û bê ser xwe."
Erdogan rikberê min bû
Demîrtaş der barê bawernameya Serokomar Tayyîp Erdogan de jî hin nirxandin kirin û ev tişt anî ziman: "Dema ez bernavmezê serokomariyê bûm, ew jî rikberê min bû. Me mînakên xwe yên bawernameyê da YSK'ê. Di dema bernamzetiya wekîltiyê de jî me da. Bi rojan e ev mijar tê nîqaş kirin. Serokomar bang kir û got 'roktor vê bawernameyê derxe û bila bibînin.' Divê ya eslî li gel te be. Em ê jî di vê der barê de serî li YSK'ê bidin. Dema ev kes bû bernamzet we ewraqên wî lêkolîn kirin? Di dosyayan de bawernameya wî ya dibistana bilind heye? Dema em diaxivin ew veciniqe. Ne bawername û ne jî hevalên wî yên zanîngehê hene li holê. Dema tu ketibî ezmûnê dibe ku hin kesan tu dîtibî. Ez bangî hemû cîhanê dikim: 'Hêvî dikim bila yek tenê jî derê û bêje em hevalên wî yên zanîngehê ne.' Ev mijar gelekî girîng bû. Dema bawernameya wî ya dibistana bilind tune be, dê nikaribe bibe serokomar. Qanûn wiha dibêje. Dema bê piştrastkirin ku dibistana bilind nexwandiye, dê serokomartiya wî bikeve."
Dê berdewama nûçeyê bê…
(ms)