DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan bersîv da Erdogan: Ji tere çi?

 
6 Hezîran
13:13 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokomar Erdogan ji ber gotinên li hemberî jinan rastî bertek û nerazîbûnên jinan hat. Jinan bersîv dan gotina Erdogan a "Jinên dayikbûnê red dikin nîv in" û gotin "Ji tere çi ji kêre çi?" dan Erdogan.

Bertekên jinan ên li hemberi AKP'ê û Erodgan zêde dibin. Erdogan di axaftinek xwe de ji bo kurdajê gotibû "Her kurtajek Qileban e" û kuştaj û komkujiya Roboskê şibandibû hev. Di 29'ê Gulanê de dîsa li dijî ciwanên bazirganiyê dikin êrîş pêk anîbû û 2 ciwan qetil kiribûn. Erdogan dîsa piştî komkujiyê ji bo ser komkujiyê bigire jin kirin hedefa xwe. Serokomar Erdogan ê beşdarî 20'emîn salvegera sazumankariya TURGEV’ê bû got: "Em dê zuriyeta xwe zêde bikin. Em dê neslê xwe zêde bikin" Kontrola zayînê ne li gorî feraseta malbatnên misliman e. Jina ku dayikbûnê red bike ew nîv mirov e. Ew di qada kar de jî bi ser nakeve. Ew çiqas serkeftî be jî kêm e."
Li hemberî vê gotina Erdogan berteken jinan zêde bû.

Erdogan di vekirina xizmetê ya KADEM'ê de dîsa jin kirin hedefa xwe. konuşan Erdogan, ferman da jinan û xwest ji ber qada kar dayikbûnê li pişt nehêle.
Jinan di qada medya civakî de bertek nîşanî helwesta Erdogan da û got "Çi ji tere. Çi ji kêre?" û xwestin Erdogan mudaxaleyî vîna wan neke.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN