DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Kuştinên kiryar nediyar' li Mihrîcana Cannesê ye!

 
6 Hezîran
09:01 2016

ANTALYA (DÎHA) - Filma bi navê "Mavera" ya kuştinên kiryar nediyar ên li Kurdistanê di salên 90'an de qewimîn vedibêje ya ji aliyê komek xwendekarên beşa ragihandinê yên Antalyayê ve hatiye kişandin dê li Mîhrîcana Fîlman a Cannesê bê pêşandin. Di fîlmê de bi wesayîtên "torosên spî" yên bi "kiryar nediyaran ve" bûne yek ve nêrîneke cuda li cînayetan tê mêzekirin.


Komek xwendekarên beşa sînemayê yên Fatulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîzê filma bi navê "Mavera" ya kuştinên kiryar nediyar ên li Kurdistanê di salên 90'an de ji aliyê JÎTEM, hizbulah û rêxistinên din ên kontra ve hatin kirin vedibêje hate kişandin amedekariya tevlî Mîhrîcana Fîlman a Cannesê dike û dê careke din kuştinên kiryar nediyar ji raya giştî ya cihanê re ragihîne. Fîlm bi awayeke cuda li wesayîtên "torosên spî" yên ku li Kurdistanê bi kuştinên kiryar nediyar ve bûye yek dinêre.

Senaryoya fîlmê ji aliyê xwendekarên Fakultena Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîzê Vedat Oyan, Mahmut Atıilgan û Dogacan Aktaş ve hate kirn û derhêneriya fîlmê jî Vedat Oyan û Mahsun Ekyel bi hevre dikin. Di fîlmê de armanca çêkirina wesayîtên "torasên spî" ya ji aliyê şîrketa Renault a Fransayê, li Tirkiyeyê armanca bikaranînê û li Kurdistanê têfeha heyî digire dest.

'Rastiya li pişt ya tê dîtin'

Oyan anî ziman ku li Tirkiye û Ewropayê di nîşandanê de du navên cuda bi kar tînin û li Tirkiye û Kurdistanê navê "Mavera" ya bi farisî tê wateya "Rastiya li pişt ya tê dîtin", li Ewropayê û navê "Kiryar nediyar" tercîh kirine. Oyan diyar kir ku di fîlmê de cih nedane qerekterên esasî li şûna vê li ser bûyerê vegotin esas girtine. Oyan wiha axivî: "Di fîlmê de kesên ku êşê didin heman kes in lê yên ku êşê dikişînin tên guhertin. Yanî li vir me xwest peyama ku kiryarên van kuştinan diyar in bidin. Dîsa me bal kişan li ser mijara ku hê jî kiryarên van windayan nehatine dîtin."

'Aktorê esasî yê fîlmê Torosê Spî!'

Oyan da zanîn ku piştî ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di mîtînga Wanê de gotina "Heke hûn deng nedin me dê torosên spî bên" bi kar anî biryara kişandina fîlmê dane û wiha got: "Di fîlmê de me torosên spî wekî sembolekî xeyalet dane rûniştandin li ser vê li aliyê Fransa û yê Tirkiyeyê yanî bi dualî kişand." Oyan diyar kir ku bi vî renî torosên spî li Fransayê çi îfade dike, li Tirkiyeyê çi îfade dike. Oyan da zanîn ku li Fransayê ev wesayît ji bo jiyana mirovan rehetir bike hatine çêkirin lê li Kurdistanê jî di kuştinên salên 90'an de wekî aktorê sereke derdikeve pêşberî wan.

Fîlma bi derfên kêm hat kişandin li Cannesê ye

Oyan bilêv kir ku jibilî zehmetiyên ku dema fîlm kişandine rû bi rû mane, ji ber ku fîlma hovîtiya dewletê ya salên 90'an nîşan dide jî çavkaniyên madî nedîtine, bi piştgiriya dost û hevalên xwe fîlm kişandine. Oyan destnîşan kir ku piştî ku film kişandine şandina Mîhrîcana Fîlman a Cannesê hatiye hilbijartin.Oyan got ku lê ji ber derfetên wan tunebûye nekarîne biçin Fransayê derhênera wan a alîkar Semra Calu li ser navê wan bi temsîlî çûye.


(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN