DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Serokê Dadgeha Bilind gelo dê bikaribe me bidarizîne?

 
5 Hezîran
16:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn demîrtaş ê di mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" de axivî bal kişand li ser rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê û wiha got: "Em ji darizandinê natirsin. Gelo Serokê Dadgeha Bilind ê ku çû çay kom bike bikaribe me bidarizîne? Hin dozger, ne hemû ji bo ku me bidarîzînin amade ne, em jî li benda we ne. Ka em binêrin dî kî kê bidarzîne?" Demîrtaş der barê şer û berxwedana li Kudistanê de jî wiha axivî: "Li Nisêbînê, Geverê xirakirin didome. Yên ku hêza wan heye bila ji bo piştevaniyê biçin. Di bin çavande windakirinan dest pê kir. Hurşît Kulter di bin çavan de windakirin bi vî rengî starta windakirinên di bin çavan de dan. Ji bo ku ev nebin divê em berxwedanê xurtir bikin"

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît di mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" a ku ji aliyê HDP'ê ve li Bakirkoya Stenbolê hate lidarxistin de axivî bal kişand li ser qedexeyan û wiha got: "Em duh li Edeneyê bûn. Heke li wir destur bihata dayîn dizanibûn ku dê sed hezaran kes kom bibin. Lê ligel êrîşan jî gel qad nekarikand. Yên ku polîtîkayên şen dimeşînin careke din li vî qadê têk çûn. Gotin dê me dîl bigirin. Lê ez li vî qadê dinêrim û di.êjim ku xafilino we ev gel nasnekiriye. Em hevrêyên Mehmet Tuncan, Sêvêyêyan, Fatmayan in. Em zarokên dayika Taybet in. Dema ku divê herî zêde em li ber xwe bidin e. An em ê bi berxwedanê bi ser kevin an jî divê ev me hemûyan bikujin."

Piştî Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Hin beşên axaftina Demîrtaş wiha ye:

'Jibilî berxwedanê çare nîne'

"Li vî welatî li ser navê hêviyê, azadiyê ji hemû kesên ku di dilê wan de heye hemû kesan silav dikim. Baş bû hûn hatin, baş e hûn li vî qadê ne. Li vî qadê yên ku dibêjin jibilî berxwedanê çare nîne ger hatibin cem hev ev welat xilas bûye. HEma ku li ser hilbijartinên 7'ê hezîranê salek derbas bû. Navê wî hilbijartin bû lê me pêvajoyeme şoreşê da destpêkirin. Bi dehan sal in em dizanin ku komekî ku bi ajandayên xwe yên pinî bi pêşengiya zilamê li Qesrê amadekariyan dikin. Di qada civaka sivîl de rêxistina civakî ya sivîl ava kiriye. Ev xebata îro nîne. Di nava dewletê de dewlet ava kiriye. Tişta ku amade dike dewleta ol nîne. Heke em vi rengî pênase bikin dê kêm bimîne. Tiştekî ku ola AKP'ê heye, heye. Ji bo xwe pexemberiyek afirand. Ango tarîqatekî wan a rêşaş heye.

HDP bû kabosa wî

Neteweperest di heman demê de nijadperest e jî. Li dora Qesrê rêxistinekî nijadperest jî heye. Beriya 7'e hezîranê hatin cem hev û amadekarî kirin. Di 7'ê Hezîranê de me got hûn nikarin tiştên ku dixwazin pêk bînin. Me koma herî rengîn a Komara Tirkiyeyê ava kir. Me tu caran di şertên rehet de siyaset nekir. Beriya 7'ê Hezîranê de 160 rêxistinên me rastî êrîşê hatin. Ji ber ku dizanin ku çiqas HDP bi hêz bibe dê îxtidara wan biçe çopê. Ji ber vê xwestin pêşiya HDP'ê bigirin.

Gezî hê jî tirsa wan a

Em çawa hatin van rojan, divê em li tiştên ku di sala dawî de qewimî binêrin. Zilamê li Qesrê ji ber vê yekê di panîkê de ye. Ji ber vê jî hesabê yên li Qesrê l diwar dikeve. Pir bi hers e. Ji ber ku em li dijî dîktaya wan in ji me hêrs in. Em li hemberî wan bûn asteng. Her şev kabosa HDP'ê dibîne. HDP bû kabosa wan. Hemû derfetên xwe bi kar tînin. Sedama ku evqas êrîşkirina gel li Cizîrê mirov şewitandin ev e. Ewqas ditirsin ku dizanin gel heke bimeşe dê çi bibe. Tirsa li Geziyê hê jî wan ditirsîne.

'Hûn nikarin me darizînin'

Rakirina destnedanan ji vê yekê nikare serbixwe bê dest girtin. Li vir careke din, em di binê Edaleta Qesrê de mitîngê li dardixin, heke îro dengê xwe dernexe, bila careke din qed dengê xwe dernexe. Evî kesî darêz girtiye destê xwe, kesê dengê xwe dernexe dê sibê nikaribe dengê xwe derxe. Serokê Dadgeha Bilind wekî karkerê demsalê bi xwe re dibe berhevkirina çay. Hûnê îro dengê xwe dernexin dê kêngê derxin ez nizanim. Dê di rojên pêş de darizandina me destpê bike. Em ji darizandinê natirsin. Serokê Dadgeha Bilind dê bikaribe me darizîne? Hin darêz, ne hemû, hin kesên ku ji bo me darizînin di rêzê de ne, em jî li benda we ne. Ka em ê bibînin kê, kê dadirizîne. Hûn nikarin darizandinê bikin, hûn bûne komîsyona AKP'ê. Yê li kursiyê bersûc bê rûniştandin kesê li Qesrê ye.

'Bawernameya te heye derxe holê'

Em niha bi rewşeke wisa ecêb re rû bi rû ne, bawernameya vî kesî bû rojev. Bawernameya te heye an tune derxe holê. Li bersiva wî ya duh daye mêze kin. Em bangî rektoriyê dikin. Divê bawername li gel te be. Tu bûyî berendamê şaredariyê, parlamenter, serokwezîr û serokomar. Te dosyayek amade kir. Ev tune be... Heke hebûya niha li hemû kuçe û kolanên welat daliqandibû. Berdin derxistina bawernameyê, hevalên wî yên zanîngehê jî tune ne. Bila yek bêje me bi hev re xandiye, ez dizanim ew li paş rûniştî bû. Ê sicîla wî jî ne paqij e. Paşeroja wî bi derewan dagirtî ye. Bi xwe jî dibêje, "Birêz rektor ez bêjim ev ji min bawer nakin. Tu derê bêje." Hemû çareseriyên Sûriye, Rûsya, Îsraîl kurd, Roman tev derew derketin, çareseriya pirsgirêka elewiyan hemû derew derketin.

'Misogeriya vî welati hûn in'

Me ji zarokên xwe re soza rojên azad daye, heke me li Nisêbîn û Cizîrê soza azadiyê dabe, berdêla wê heye. Kesên dil dabin vê yekê dê soza wê jî bidin. Divê soza dawî nivşa me be. Em dê îro pêde jiyaneke bi rûmet bijîn. Berdêla wê çi be em dê bidin. Li hemberî vê hişmendiya têkçûyî dê têkoşîna rewa a gelê me bê dayîn. Li hemberî vê berxwedanê tu Qesira ku têk neçe tune. Misogeriya vî welatî hûn in. Em ne tenê HDP'ê qest dikin, ji derveyî HDP'ê jî aliyên li berxwe didin hene. Divê yekitiya vê têkoşînê bê avakirin. Divê em hemû bi hev re têbikoşin."

Lê mêze kin şer hêj bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Li Nisêbînê, hêj li Gever hilweşandin didome. Kesê ku hêza wan hey divê ji bo piştgiriyê biçe wir. Di bin çavan de windakirinan dest pê kir. Hurşît Kulter di bin çavan de winda kirin, starta di bin çavan de windakirinê jî dan. Ji bo ev pêk neyên divê em têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftinên Demîrtaş, Koçyîgît û Tuncel bi Demîrtaş re derbasî Amedê bûn. Mitîng bi konsera Xêro Ebas berdewam kir.

(sa/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN