DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Di buyerên navxweyî de hezar leşker jiyana xwe ji dest dan

5 Hezîran
14:15 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat ragihandin ku li Ukraynayê gelek leşker ji derveyî qada şer ji ber buyerên cuda jiyana xwe ji dest dane, hat gotin ku hejmara van leşkerana digihêje hezar kesî.

Hat aşkera kirin ku Li Ukranyayê bi sedan leşker beyî ku beşdarî şer bibin, di buyerên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Serdozgerê Leşkerî yê Ukraynayê Anatoliy Matios, ji televizyona Ukraynayê ya bi nave 112 re axivî û diyar kir ku beyî artêş bikeve şer, di hin buyerên navxweyî de zêdetirî hezar leşker mirine û qasî 3 hezar leşker jî birîndar bûne û ev tişt hat gotin: "Beyî ku ev leşker bikevin tu pevçûn û şerî, ji ber buyerên wekî xwe kujî, alkol, şewat û tundiya di navbera leşkeran de bi sedan leşkeran jiyana xwe ji dest daye, bi hezaran jî birîndar bûne."

Lê tişta herî sosret, ev buyer ji hêla Matios ve wekî encamên xwezayî hatin şîrovekirin.

Li gor agahiyên fermi yên Wezareta Karê Derve ya Ukraynayê, li rojhilatê welat ji roja ku şer destpêkiriye heta niha 2 hezar û 500 leşker mirine, 9 hezar leşker jî birîndan bûne.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN