DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Li dijî darbeyê herikîn qadê

 
5 Hezîran
12:52 2016

STENBOL (DÎHA) - Li Stenbolê welatî diherikin mîtînga ku HDP bi şîara "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" a li Bakirkoyê. Bi hezaran kesên li qadê gihiştin hev bi stranên berxwedanê daxwaza demokrasî û azadiyê tînin ziman.

Mîtînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakirkoya Stenbolê bi şîara "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li dar dixe dest pê kir. Hemû riyên diçin qadê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û li gelek deverên qadê jî pankartên "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" hatin daliqandin. Polîs kesên ku tên li ser wan digerin û rojnamgerên ku xwestin dîmenan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Stranên berxwedanê olan dide

Di mîtîngê de bênavber dirûşme "Silav ji Îmraliyê re hezar silav" tê berzkirin û gel kom bi kom diherikin qadê. Komên ku dikevin qadê jî dirûşmên "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" "Ji Nisêbîn, Cizîr, Şirnexê re hezar silav" berz dikin. Li platforma ku dê beşadar biaxivin stranên berxwedanê tên gotin. Welatî bi stranan govendê girêdidin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevberdevka KCD'ê Gulîstan Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê beşdarî mîtîngê bibin û her wiha hunermend NUrcan degîrmencî, Koma Munzur û Xêro Abbas jîderkevin ser dike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN