Ji Boko Haramê êrîş: 32 mirî 70 birîndar
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Endamên Boko Haramê li bajarê Bossoyê êrîş birin ser baregeha leşkerî ya li ser sînorê Nîjeyra û Nîjerê, di encama êrîşê de 32 leşker hatin kuştin, 70 leşker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Nîjerê, şeva înê li hemberî baregeha leşkerî êrîş pêk hatiye, di êrîşê de 30 leşkerên Nîjerê û 2 jî leşkerên Nîjeryayî ne. Her weha hatiye diyarkirin ku leşkerên Nîjerê sibeha şemiyê baregeha leşkerî bi temamî ji destê şervanên Boko Haramê rizgar kiriye.
Di vê navberê de çavkaniyên leşkerî yên Nîjeryayê îdia kirin ku li eyaleta Bornoyê 19 endamên Boko Haramê hatine kuştin ku ev eyalet li bakurê rojavayê Nijeryayê ye.
Boko Haramê 7 sal e li Nîjeryayê di nava tevgerê de ye û di encama çalakiyên rêxistinê de, zêdetirî 2 milyon kes neçar mane ku malên xwe terk bikin û li herêmê koçber bibin.
(ms)