DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ayten navê wêrekî û berxwedanê bû

 
5 Hezîran
09:22 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Endama YPS-JIN'ê Ayten Tanriverdî ya di 24'ê gulanê de li Silopiyê jiyana xwe ji dest da, bi têkoşîna xwe ya di temenê biçûk de dest pê kiriye tê zanîn. Dayika wê Fatma Tanriverdî li pey keça xwe soza berdewamkirina têkoşîna wê dide.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi awayekî fîlî qedexe berdewam dike. Di 24'ê gulanê de li gundê Xezayeyê ya Silopiyê di erebeyekî de du endamên YPS'ê ji hêla polîsan ve hatibûn înfazkirin, endama YPS-JIN'ê Ayten Tanriverdî (Sozdar Xwînreş) di temenê xwe yî piçûk de bi wêrekiya xwe dihat naskirin. Tanriverdî di 16 saliya xwe de dil dide têkoşîna gelê xwe û piştre berê xwe dide çiyayên azad. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li hemberî Şengalê didin destpêkirin, bi jinên êzidî re li dijî çeteyan şer dike.

Dayika Tanriverdî Fatma Tanriverdî jî di nava Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de cih digire, di dema têkoşîna dayikan de Ayten Tanriverdî jî her çendî emrê pê gelekî piçûk be jî xwe ji têkoşîna bi dayikan re paşve nagire û diyar dike ku ew ji bo hemû jinan têdikoşe. Xizmên Tanriverdî aşkera dikin ku Ayten bi wêrekiya xwe kesên dora xwe sermest dikir.

'Rêbertiyê ji têkoşîna jinê bawer dikir'

Di sala 2014'an de piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşê axa pîroz a gelê êzidî ya Şengalê dikin, Ayten jî di hemleya "Azadiya Şengalê" de cih digire û di wê pêvajoyê de roportaja ku dide rojnamegeran de wiha dibêje: "Rêbertî azad bibe, dê hemû gelê kurd azad bibe. Ez ji bo gelê Şengalê û hemû jinan li vir im, ji ber ku jinên kurd ji bo pêşeroja xwe bi şerkirin ji Rêbertiyê hîn bûn."

'Ayten rêhevala mina herî pêşketî bû'

Dayika Fatma Tanriverdî bi gotinên wekî "Ayten rêhevala miha herî pêşketî bû" dest bi axaftina xwe dike, dide zanîn ku taybetmendiya herî mezin a keça wê li hemberî hemû zextan bi wêrekî disekinî. Dayika Fatma bi van gotinan behsa keça xwe dike: "Li ku şaşiyek hebe ew diçû li wir li hemberî wê şaşitiyê disekinî, ji xwe her kesî ji vê wêrekiya wê bawer bû. Tenê armanceke wê hebû ji bo azadiyê têdikoşiya. Ez wekî dayikekî min ew her dem ji dûrê xwe girt, lê ez biçûma kîjan sersaxî û daxûyaniyê Ayten bi min re dihat."

'Hemû kar bi serkeftî pêk tanî'

Tanriverdî piştrast kir ku keça wê jineke ku tu carî ji cihê xwe de nedisekinî û wiha pêde çû: "Min tenê şertek danîbû pêşiya wê, ew jî divê bi şev bihata malê. Min zarokên xweyên din jî wiha hîmkiribû, lê Ayten di nava wan de gelekî cuda bû. Rûniştin ne li gorî wê bû, li malê 5 keqan ne rûdinişt, wekî her gav telaşeke wê hebe di nava tevgerê de bû. Carna dihat êvarê min şîret lê dikirin û min digot zêde dernekeve derve, Aytenê ji min re digot 'Dayê ez karekî xirab nakim, ez di riyeke bi rûmet de me. Ez ji bo hemû jinan, ji bo te û ji bo qîzapên xwe dixebitim.' Ez îqna dikirim. Carna karên gelek giran dikir û pêk jî tanî, min ji vê yekê bawer nedikir."

'Ji derveyî aştiyê...'

Dayik Tanriverdî destnîşan kir ku keça wê kesayetiyeke şerker bû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji bo fikra xwe bide qebûlkirin bi rojan şer dikir. Dema li derve tiştekî nû hîmbûya, di kêliyê de dihat hemû xwişk û qîzapên xwe li hev dicivandin û di hewşa malê de bi wan re parve dikir. Dema Aytenê ev yek dikirin, min ji dûr ve li wê temaşe dikir û ne wekî zarokekî, bi min wekî jineke mezin dihat. Ez bi wê serbilind dibûm."

Tanriverdî aşkera kir ku ew dê têkoşîna keça xwe mezin bike û ew dê heta dawiya emrê xwe têkoşîna aştiyê bidomîne.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN