DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên enqereyî: Bila êdî Recep Tayyîp mudaxaleyî jiyana me neke

 
5 Hezîran
09:15 2016

ENQERE (DÎHA) - Jinên enqereyî li hemberî nêzîkatiyên Serokomar Tayyîp Erdogan a mudaxaleyî jiyana jinan dike herî dawî jî gotina "tu malbatên misilman di vî ferasetê de nabe" bi kar anî nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku bila Erdogan mudaxaleyî jiyana wan neke, bang li jinan kirin xwestin li dijî polîtîkayên neteweperest a li ser bedena jinan tê meşandin têkoşîna hevpar bidin.

Li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Plana nifûsê ye, kontrola zayînê ye! Tu malbatên misilman di ferasetekî wisa de nabin li vir peywira yekemîn ya dayikê ye" nerazîbûnên jinan didome. Jinên Enqereyê diyar kirin ku polîtîkayên AKP'ê jinan ji kesayeta xwe derdixe û li dijî xespkirina mafên jinan banga têkoşîna hevpar kirin.

Jina bi navê Gulîstan Aydogdu diyar kir ku gotinên Erdogan ne nû ne di 2012'an de jî bi gotinên bi vî rengî ve jin hedef girtiye, AKP polîtîkayên dijminatiya jinan dike herî dawî di Rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê de xwe daye der. Aydogdu wiha got: "AKP cilên xwe yên îdeolojîk dixwaze li Tirkiyeyê bide lixwekirin. Bi qedexekirina kurtaj û kontrola zayînê ve jinan ji şexsbûnê derdixin. Wekî ku hemû jinan eleqedar nake dixuye lê di esasê xwe de hemû jinan eleqedar dike. Divê jin bi hevre têbikoşin."

'Tu kê ji kû derê derdixî'

Aydogdu polîtîka ya ku li aliyeke welat zarok dimirin li aliyê din gotinên têkîldarî kurtajê û zêdekirina zayînan jî nirxand û wiha got: "Pirsgirêk mirina zarokan nîne, pirsgirêk mirina kurdan e. Kurd tên kuştin. Zarokên kurdan tên kuştin. Ger tu kurd bî ciwan, kal, pîr, zarok, jin ferq nake. Nasnameyekî potansiyel a di vê bê qetilkirin e. Lê ev tenê dê bi kurdan bi sînor bimîne, dê dawiya vî nijadperestiyê heta kû derê biçe? Ev zilam derdikeve û ema em qatlîamên jinan tînin ziman dibêje vê derê biterikînin. Dê biçin kû derê, ev axa wan e tu kê ji kû derê diqewirînî."

'Ji odeya me derkeve'

Mamosteya teqawît Yildiz Akdere jî bi gotina "Recep Tayyîp bila ji adeya me destên xwe vekişîne" nerazîbûna xwe anî ziman. Akdere bilêv kir ku jin dê çend zarokan bîne bixwe biryarê bide û wiha berdewam kir: "Odeya min aydî min e û taybet e. Heke rewşa min a aboriyê baş be ez ê yekî bînim an jî du zarokan bînim. Recep Tayyîp Erdogan nikare biryarê bide." Akdere bilêv kir ku mirov nikarinli zarokên xwe yên tînin jî binerin, AKP vê yekê jî nafikire.

'Gelek nasnameyan tune dihesibîne'

Goksu Baykal jî got ku serokomar bi pênaseya "welatê misilman" ve ne tenê jinan gelek nasnameyan jî tune dihesibîne û w wiha axivî: "Serokomar bi gotina ateîst, Zerduşt dest bi axaftinên xwe dike. Li vî welatî tenê misilman najîn. Mafê serokomar tuneye ji bo me hemûyan biaxive. Em red dikin. Di hemû çalakiyan de em ê vî bînin ziman."

'Dê mafê tenduristiyê jî ji dest bê girtin'

Baykal anî ziman ku gotinên Wezîrê Tenduristiyê û Serokomar ên li ser bedena jinan li hemberî azadiya jinan êrîşek e û wiha berdewam kir: "Bi qedexekirina kurtajê re dê mafê tenduristiyê yê jinan jî bê xespkirin. Bi qedexeyê gelek jin dê ji kurtajê venegerin û bi awayeke dizî kurtaj bibe. Ev jî tê wateya ku di esasê xwe de mafê tenduristiyê j^idê ji destê jinê bê girtin.


'Li vî welatî qanûn bi gotina yekî pêk tê'

Jina bi navê Ummu Seyfî jî diyar kir ku serokomar qanûnan binpê dike û wiha axivî: "Li vî welatî qanûn bi gotinên yekî ve pêk tên. Ji ber ku qanûn li holê nemaye." Seyfî derbirî ku li vî welatî zarok hesretî kar û xwarinê ne, welat her diçe feqîr dibe, mirov tên qetilkirin, kuştinênj inan û kiryar nediyar zêde dibin. Seyfî wiha got: "Bila serokar ewil pêşiya vê bigire. Ewil pêwîstî bi qanûna ku pêşiya vê digire heye. Lê ev heye ku hemû kes berika xwe difikire. Ne sê zarok hêza me ya li zarokekî binêre jî tuneye."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN