DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksekdag: Dê bi vê biryarê Tirkiye winda bike

 
3 Hezîran
16:13 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, biryara AYM'ê ya betalkirina destnedayînan wiha şîrove kir, "Derbeya ji hêla îktîdara siyasî ve ket dewrê, ji aliyê AYM'ê ve hatiye qebûlkirin. Dê bi vê biryarê Tirkiye winda bike."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Goristana Avcilari di 22'yemîn salvegera qetilkirina kardêrên kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim de, piştî bîranînê pirsên rojnamegeran ên derbareyê rojevê de bersivand.

Yuksekdag pirsa biryara AYM'ê ya betalkirina destnedayînan wiha bersivand: "Derbeya ji hêla îktîdara siyasî ve ket dewrê, ji aliyê AYM'ê ve hatiye qebûlkirin. Em bi vê biryarê neheyirîn. Yanî me zanibû dê tiştek wiha xwe bdie der. Lê betalkirina serîlêdanên me dê ji sekna me tu tiştê kêm neke. Dê bi vê biryarê Tirkiye winda bike. Li Tirkiyeyê baweriya bi darazê ji sedî 70'ê daketiye sedî 30. Divê darazdanî vê tarûmariya baweriyê têkûz bike."

Her wiha Yuksekdag pirsa pejirandina pêşnûmaya Qirkirina Ermenan a li Parlementoya Almanyayê jî bersivand û wiha got, "Peywira me ew e ku li hemberî çewtî û şaşiyan parastina rasteqîniyê ye. Çima em dê bi komkujiyên heyema Îttîhat û Terakkiyê re rrûbarîhev nekevin? Ji ber liv û tevgereke me yî rast nîne, her tim komkujiya ermenan wek kozekî tê bikaranîn."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN