DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP: Em dê biçin DMME'ê

 
3 Hezîran
13:39 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û Endama Komîsyona Qanûna Esasî Meral Daniş Beştaş, têkildarî redkirina daxwaza wan a betalkirina guhertina zagona destnedayînê diyar kir ku ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û Endama Komîsyona Qanûna Esasî Meral Daniş Beştaş, têkildarî helwesta Dadgeha Qanûna Esasî ya der barê daxwaza wan a betalkirina zagona destnedayînê de bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew dê vê dozê bibin Dadgeha Mafên mirvan a Ewropayê. Beştaş, ani ziman ku HDP û hin wekîlên CHP'ê ji bo zagona der barê destnedayîna wekîlan de bê betalkirin serî li AYM'ê dabûn, lê AYM'ê ev daxwaza wan red kir. Prz. Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ev biryara hatiye dayîn, erêkirina daxwaza darbeyê ye û wiha got: "Em dê tekoşina xwe ya li hemberî vê darbeyê berdewam bikin. AYM diviya bû ev serlêdana me qebûl kiribûya. Ji ber ku ev li dijî qanûnê ye. Ev helwest di aliyê dewleta hiqûqê de girêka kor e. AYM ne saziyek siyasi ye. Divê li gorî rastiyê biryarê bide. Lê em dibînin çavê xwe ji helwestên keyfî re digire." Beştaş, da zanîn ku ew dê vê daxwaza xwe bibin Dadgeha Mafên Mirovan û heta dawî têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.


Beştaş, da zanîn ku ew bang li saziyên darazê dikin ku rol û peyvira xwe pêk bînin û ji bo mafê xwe yê demokratîk, hiqûqî û zagonî dê serî li her derê bidin.

Wekîlê CHP'ê Ali Haydar Hakverdî jî helwesta AYM'ê rexne kir û da zanîn ku piştî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag daxuyani da û şûnde AYM'ê ev daxwaza wan red kiriye û wiha got: "Ev çerxa dewranê wisa nagere. Ev rewşa dîktatoriyê ye."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN