DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bîlgen: Em qedexeyan nas nakin

 
3 Hezîran
12:56 2016

ENQERE (DÎHA) - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li hemberî qedexekirina çalakiyên ku di demên dawî de partiya wan li dar dixe ji aliyê walîtiyan ve nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku êrîş û bombekirinên li dijî partiyan wan encama heman ferasetê ye. Bîlgen têkîldarî komkujiya ermenan a ku ji aliyê Almanyayê hate qebûlkirin jî nêzîkatiya Tirkiyeyê rexne kir û diyar kir ku nêzîkatiyekî ku ji berpirsyariyê direve, pirsgirêkê dadixe asta pirsgirêka arşîvê heye.

Berdevkê Partiyê ya HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen ewil der barê qedexekirina çalakiyên ku di demên dawî de partiya wan li dar dixe ji aliyê walîtiyan de axivî. Bîlgen anî ziman ku ev mafakî qanûnî ye û wiha axivî: "Em bûn şahidê ku hevdîtên demokratîk ên li dijî darbeyê bi kêfî tên qedexekirin. Ev qedexe bixwe darbeyê erê dike. Di rewşa darbeyê de hiqûqek tê meşandin û ev yek bi astengkirinan jî diyar dibe. Heke li vî welatî darbe tunebe wê demê divê bernameyekî partiyekî wekî mafê demokratîk bê nirxandin lê berovajî vê yekê hemû civînên çapemeniyê jî tên qedexekirin. Muxatabê me nîne. Hinek wekî serokomarî partîzan, waliyê partîzan, midûrê polîsan ê partîzan, daraza partîzan dikarin bibin. Hin walî û midûrên polîsan xwe dikarin wekî serokên bajaran ên partiya îxtidarê bin. Ji bo parastina berjewendiyên partiya îxtidarê jî astengkirina bername û çalakiyên patiya muxalefetê ji bo xwe peywir bibînin."

'Xebatên siyasî yên partiya siyasî tê astengkirin'

Bîlgen anî ziman ku xebatên siyasî yên partiyeke siyasî tê astengkirin û di êrîşên li dijî HDP'ê de tedbîr nayê girtin, kiryar nayên cezakirin, bihistiyarî derxistina kiryarên van êrîşan ve dibe.

'Em qedexeyan nas nakin'

Bîlgen destnîşan kir ku ew ê ku caran van qedexekirinên kêfî tu caran nas nekin û ew ê mîtîngên li Edene, Amed, Stenbol û Îzmîrê pêk bînin. Bîlgen destnîşan kir ku feraseta ku çalakiyên partiya wan qedexe dike û ya li dijî partiya wan êrîşên bombeyî pêk tîne heman feraset e.

Bîlgen piştre pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivand.

Bîlgen pirsa derbareyê biryara Almanyayê ya arasteyî qirkirina ermenan berisvand û wiha got: "A rast dîrok careke din da der ku bedêla şaşiyên ku tên kirin, sed sal şûnde ji neçarî gelekî didin dide. Kesên parlementerên hilbijartî veder dikin, yan jî feraseta ku biryara tehcîrê didin îro pêşeroja me îpotek kirin. Ne mafê tu kesî ye ku tehcîrê bipejirîne. Tehcîr sûçê mirovahiyê ye. Tehcîr di huqûqa cezayî de jî wek sûçê mirovahiyê tê pênasekirin. Tu hinceteke ku mirov milyanan ji warên wan bike tune ye û ev bi tu awayî nayê pejirandin. Îro dema serokwezîr li balafirgehê daxuyanî da, mijarê bi lobiyên ermeniyan ve girêm dide. Belê li hin welatan hêzeke lobiyên ermeniyan heye, lê heke di parlementoya ku a nêzî 30 welatî de ev biryara hatibe dayîn, divê li ser vê Tirkiye pozîsyona xwe nîqş bike. Divê hikûmeta Tirkiyeyê diyar bike ku doza çi dike, çi diparêze. Ez vê hinekî bi serweriya mijarê ya serokwezîr ve girê didim. Lew serokwezîr di daxuyaniya xwe yî danê sibehê de nikaribû bi xwe, di kuştina dîplomatan de jî behsa para Ermenîstanê kir. Heke birêz serokwezîr zanibûya; di salên 70'yî de bi navê Ermenîstanê dewletek tune bû. Sovyet hebû û diviya serokwezîrek qala tiştên wisa nekirina."

Bîlgen dest nîşan kir ku mijarê kêm dizane û ew bi siyaseteke ku ji bo pêşerojê dê nikaribe hesab bide rû bi rû mane û peyama serokwezîrê wê heyamê Erdogan a "Ez vê êşê parve dikim" bi bîr xist û diyar kir ku divê herî kêm divêtiya vê peyamê pêk bê.

'Divê Tirkiye bo hevrûbûnê mekanîzmaya xwe têxe dewrê'

Bîlgen diyar kir ku divê Tirkiye xwe li pişt gotegota "karên dîroknasa ne" veneşêre û wiha berdewam kir: "Em qebûl nakin ku meclîs vê wek amûreke siyasî bi kar bînin. Lê mekanîzmaya têkildarî vê ne ya dîroknasan, ya NY'ê ye. Divê di vî warî de Tirkiye bi awayekî cidî esas bigire û ji bo hevrûbûneke adîl divê hewl bide."


Bîlgen herî dawî diyar kir ku divê di vî warî de bi îradeyeke bê şik û guman xwe bide der û bêyî ku tepê li dîroknasan bixin, divê liv û tevgereke biryradariyî hebe.

(sa/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN