DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dîsa dengê dîrokê ji nava Sûrê bilind bû

 
3 Hezîran
09:04 2016

AMED (DÎHA) - Mala Dengbêjan a di "qedexeya derketina kolanan" de bûbû hedefa êrîşên hêzên dewletê û hatibû raxandin, ji nûve hat avakirin û dîsa dengê dengbêjan ku ji dîroka Kurdistanê tê ji nava Sûrê bilind bû. Endamê Rêveberiya Navneda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û Mala Dengbêjan Ahmet Yilmaz diyar kir ku dê her dengbêjek bûyî şahidê berxwedana li bajar û navçeyên Kurdistanê, bistirin û vê berxwedanê jî bikin nav pelên dîroka.

Dengbêjên ku heta niha dîroka kurdan bi dengê xwe yê zelal anîne roja me û nehêlane dîroka kurdan bê winda kirin, di sala 2003'yan de xwe bi rêxistin kirin. Dengbêjan di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê de kom bûn û kevneşopiya hunera kurdî zindî kirin. Destpêkê 10 dengbêj hatin cem hev û bi demê re hêjmar gihişt 27 kesan. Piştî ku hêjmara dengbêjan zêde bû pêwîstî bi cihekî mezin jî çê bû.

Mala Dengbêjan destpêkê wekî cihê TMMOB'ê bû û piştî xebatên restoranê, dîsa hat sererastkirin û kevirên dîrokî jî wek dengbêjan li hev hatin hûnandin, bi dengê dengbêjan re bûn yek. Dengbêjên ku ji xwe re li cih digeriyan di 2008'an de derbasî Mala Dengbêjan bûn. Êdî kevirên Mala Dengbêjan bi dengên tijî dîrok bi watetir dibûn.

Kilam bi Sûrê re dibûn yek

Her kesê ku diçû nava Sûrê dengê dengbejan bala wan dikişand û herkesê ku dihat Sûrê destpêkê diçûn Mala Dengbêjan. Ciwanên ji çanda xwe bêxeber, kesên mêvan bi dengê dengbêjan çanda kurdan nas dikirin û dîrok bi xweşikiya hunerê re balkêştir dibû. Carnan dengê evînê carnan jî dengê welatparêziyê mêvan keyfxweş an jî xemgîn dikir. Dengê dîrokî tenê li kevirên Sûrê dihat û bi bedenên Sûrê re dibû yek.

Bi mehan dengê dengbêjan qut bû

Lê wekî her nirxê kurdan kevirên Sûrê û dengê dengbêjan jî bû hedefa êrîşên hêzên dagirker ên tirk. Mala Dengbêjan a ku li taxa Ziya Gokalpê ye, di dema "qedexeya derketina kolanan" de bû hedefa êrîşên nîjadperest û hat rûxandin. Qedexeya derketina kolanan ya di 2'ê kanuna 2015'an de li 6 taxên Sûrê hat îlankirin, di 27'ê kanuna 2015'an de li tevahiya Sûrê belav bû û vê carê jî taxa Ziya Gokalp ket nava qedexeyê. Piştî ku qedexe li taxa Ziya Gokalpê jî hat danîn, Mala Dengbêjan bû hedefa êrîşên hêzên tirk. Di êrîşan de şibeke, derî, kevirên dîrokî û peyker hatin şikandin. Di heman demê de kel û pelên di avahiyê de jî hatin şewitandin. Bi qedexeyê re Mala Dengbêjan êdî cihek wêrankirî bû. Ji ber van êrîşan û rewşa şer ya li Sûrê, bi mehan dengê dengbêjan hatibû qutkirin.

(bî-la/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN