DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dê ji bo jinên êzîdî yên hatin ragirtin bi NY'yê re hevdîtin bên kirin

 
3 Hezîran
09:02 2016

AMED (DÎHA) - Endamên Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên ku Bi Zorê Hatin Ragirtin, xebatên xwe yên der barê 7 hezar jinên êzidî yên ku ji hêla çeteyên DAŞI'ê ve hatin ragirtin û îşkence li wan tê kirin, li qada navneteweyî berdewam dike. Platforma ku heyetek şand Başûrê Kurdistanê, li vir xebatên xwe berdewam dike, Endama platformê Reyhan Yalçindag dê ji bo ezmûna Bosna Hersekê biçe Bosnayê û 2 rojan li wir hin hevdîtinan pêk bîne û dê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bê xwestin ku bikeve nav tevgerê.

Platforma Têkoşînê ji bo Jinên ku Bi Zorê Hatin Ragirtin, a ku di nav de civaknas, pîskolog û prêzer jî cih girtin, li Tirkiye û Kurdistanê bi giştî 17 jin cih digirin, têkoşîna wane ji bo jinên ku ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatine ragirtin berdewam dike. Platform çalakiya ji bo bi hezaran jin û di nava wan de zarok jî heyî daye destpêkirin, tenê ne wekî xebatekî dide meşandin. Di heman demê de bi sedan kesên bi derfetên xwe ji destê DAIŞ'ê revî ne, ji bo wan piştgiriya derûnî û fîzîkî jî dide meşandin.

Li Başûre Kurdistanê xebat

Di 31'ê gulanê de 3 jinên ku di nava platformê de cih digirin, li 3 bajarên wekî Silêmaniye, Duhok û Hewlêrê yên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê serlêdan pêk anîn. Li vir der barê rewşa jinên êzidî de bi saziyên sivîl û saziyên jinan re bi jinên ji destên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û li hin wargehan hatine bicihkirin re hevdîtin pêk bînin. Endamên platformê yên ku heta 6'ê hezîranê dê li Başûrê Kurdistanê bin, dê li herêmê lêkolînan pêk bînin û van lêkolînan bikin rapor. Dê di demên pêş de van raporên ku hatine amadekirin dê teslîmî Dadgehên Ceza yên Navneteweyî bê kirin.

Dê biçin Bosna Hersekê

Aktîvîsta KJA'yê parêzer Reyhan Yalçindag dê di navber 9 û 10'ê hezîranê de li Bosna Hersekê bi tepartmana jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Woman) û Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê re 2 rojan hevdîtinekî pêk bîne û dê der barê rewşa jinên êzidî de agahiyan bide.

'Em NY'yê dawetî peywîrê dikin'

Yalçindag diyar kir ku gelek jinên Bosnayê ji hêla leşkerên Sirp ve di wargehên penaberan de bi destdirijiya zayendî re rû bi rû hatibûn hiştin û îşkence û buyerên îstismarê ji hêla Dadgeha Cezayên Navneteweyî ve hesabên wan hatine pirsîn û aşkera kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê roj bê ev hesaba jî ji berpirsyaran bê pirsîn. Yalçindag der barên serlêdanên xwe yên li Bosna Hersekê de jî ev tişt anî ziman: "Em dê li wir axaftinekî pêşkeş bikin, di heman demê de em dê tecrûbeyê bi hev re parve bikin û yekitiya hêzê bidin avakirin. NY yek jî ji van berpirsiyaran e, nikare li buyeran temaşe bike." Yalçindag peywîrên NY'yê yên li Saraybosnayê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ji rewşa temşekirinê xwe rizgar bike, divê kontrola xwe li ser dewletên berpirsiyar zêdetir bike.

'Sal û jiyanên meyên winda hene'

Yalçindag herî dawî aşkera kir ku di destên çeteyên DAIŞ'ê de di navbera 5 û 7 hezarî de jin û zarok di destê DAIŞ'ê de hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev tevahî li Reqa û li cihên nêz tên girtin, gelek ji wan firotine welatên wekî Qatar, Emîrên Yekgirtî yên Ereban, Kuweyt, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê." Yalçindag rewşa keç û jinên kurd ên Dersimê yên di salên 1938'an de hatin windakirin jî bi bîr xist û ev tişt got: "Nivşên meyên winda, jiyanên meyên winda, sed salên meyên winda hene. Ev ne tenê di aliyê fîzîkî de windabûna jin û zarokan e."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN